NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara dudoyan a Kovara Kund derket. Mêvanê dosyeya hejmara dudoyan helbestkar Berken Bereh e.
Hejmara dudoyan a kovara kitêb, çand û hunerê Kundê derket. Mêvanê dosyeya hejmara dudoyan helbestkar Berken Bereh e. Kovara Kund ku di her hejmara xwe de cih dide beşên nû, di hejmara dudoyan de jî beşên wek “portre”, “sînema”, “kitêb”, “muzîk”, “gernameyek”, “youtuber” û “foto” li beşên xwe zêde kirine.
Her wiha Kund div ê hejmara xwe de diyar dike ku, di hejmara ewil de tenê çar navên jinan hebûn, lê belê di vê hejmarê de 11 jinan ji bo Kundê nivîsiye û ev yek jî ji bo piyaseya nivîsa kurdî jimareke gelekî baş tê nirxandin.
Dosyeya hejmara sêyem dê li ser Ferhad Pîrbal be. Ji bo hejmara sêyem dema dawî ya nivîsşandinê 10’ê Îlona 2018’an e.
Naveroka hejmara dudoyan a Kundê wiha ye
DOSYE
Hevpeyvînek bi Berken Bereh re - Rêdûr Dîjle
Erdnîgariya Helbesta Berken Bereh - Evdal Baqî
Şahidiya Şairekî - Burhan Tek
Rêya Bilind û Rêwiyê Bilindtir: Helbest û Helbestvan - Bajar Mîrzeman
Bav di Helbesta Berken Bereh de - Umran Aran
Hezkirinnameyek bo Derwêşê Şê’ra Kurdî Berken Bereh - Merdan Newayî
NIVÎSAR
Pirtûk di Gerdûna Borges de: “Pirtûkxaneya Babîlê” - Şukran Yaguz
Xwînerên Baş û Nivîserên Baş - Vladimir Nabokov (Werger: Umran Aran)
Ferhenga Novel-lawan - Ferzan Şêr
Li Ser Wergerê û Wergêran - Salih Agir Qoserî
PORTRE
Kes jê Xwendetir Tunebû - Ciwanmerd Kulek
SÎNEMA
Xeyalên li Ser Keviran - Vecdî Demîr
Rêwîtiya Kitêbekê û Kurikekî: Dara Ahlatê ya Nurî Bîlge Ceylan - Felek Perîşan
Nerînek li Ser Fîlmê Reşeba - Rengîn Kardelen
KITÊB
Welatê Şûşenên Spî - Yaqob Tilermenî
Handa: Rêze-çîrok an Romana Perçekirî - H.Kovan Baqî
Mêşên Beckettî Difirin li Ser Parîsê- Ronya Bewran
GERNAMEYEK
Ber bi Hêlîna Dil ve - Receb Dildar
HELBEST
Derz - Gulîzer Fatma Savcı
BLOGGER
Gula Mecîd - Esra Boga
Bêndera çandê-149/155 - Mewlûd Oguz
YOUTUBER
Youtuber Roza Sîerra
WEŞANGER
Weşanger Lal Laleş
BÎRANÎNEKE BÎRMENDEKÎ
Jiyana li Dêrikê ya Piştî Lîseyê - Fuad Onen
FOTO
Rograf - Tehsîn Baravî
TAYBET
Bîenala Mêrdînê ya ÇarAN - Hasan Atılgan, Sermest Semîr
NIVÎSA YEKEM
Bûka Lastîkî – Emîne Urtekîn
Nerînek li ser Qesra Balindeyên Xemgîn - Îklîm Oral
Kund - Berfîn Huseynî
KITÊBA BER SERÊ MIN
Zêmarên Çûyînê - Pelşîn Piling
Girnijîneke Tal - Edîp Bozan
SERPÊHATIYA KITÊBEKÊ
Çaqûr im, bi derba dûr im, bêqisûr im… - Hişyar Aydin
KOMÊN XWENDINÊ
Mîrnameya Jan Dost - Koma Xwendinê ya Dîlokê
Di Tuwaletê De ya Rênas Jiyan - Koma Xwendinê ya Vejînê
Miriyê Heram a Bavê Nazê - Koma Xwendinê ya Wanê
Gava Ku Masî Tî Dibin ya Helîm Yûsiv - Koma xwendinê ya Ferzad Kemanger
NÛÇEYÊN EDEB Û HUNERÊ
Şeşemîn Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmed Hat Lidarxistin
Li Amedê Festîvala Zarokan Hat Lidarxistin
Mem û Zîna Xanî li Zazakî Hat Wergerandin
Bêrûyê Xelata Mezin Wergirt
Mîhrîcana Fîlman a Yılmaz Güney Hat Lidarxistin
Pêşangeheke Nejirêzê li Ruhayê