Hejmara 2’yan a Kundê derket: Mêvanê kovarê Berken Bereh e 2018-08-08 16:51:24 NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara dudoyan a Kovara Kund derket. Mêvanê dosyeya hejmara dudoyan helbestkar Berken Bereh e.    Hejmara dudoyan a kovara kitêb, çand û hunerê Kundê derket. Mêvanê dosyeya hejmara dudoyan helbestkar Berken Bereh e. Kovara Kund ku di her hejmara xwe de cih dide beşên nû, di hejmara dudoyan de jî beşên wek “portre”, “sînema”, “kitêb”, “muzîk”, “gernameyek”, “youtuber” û “foto” li beşên xwe zêde kirine.    Her wiha Kund div ê hejmara xwe de diyar dike ku, di hejmara ewil de tenê çar navên jinan hebûn, lê belê di vê hejmarê de 11 jinan ji bo Kundê nivîsiye û ev yek jî ji bo piyaseya nivîsa kurdî jimareke gelekî baş tê nirxandin.    Dosyeya hejmara sêyem dê li ser Ferhad Pîrbal be. Ji bo hejmara sêyem dema dawî ya nivîsşandinê 10’ê Îlona 2018’an e.    Naveroka hejmara dudoyan a Kundê wiha ye   DOSYE   Hevpeyvînek bi Berken Bereh re - Rêdûr Dîjle Erdnîgariya Helbesta Berken Bereh - Evdal Baqî Şahidiya Şairekî - Burhan Tek   Rêya Bilind û Rêwiyê Bilindtir: Helbest û Helbestvan - Bajar Mîrzeman Bav di Helbesta Berken Bereh de - Umran Aran Hezkirinnameyek bo Derwêşê Şê’ra Kurdî Berken Bereh - Merdan Newayî   NIVÎSAR   Pirtûk di Gerdûna Borges de: “Pirtûkxaneya Babîlê” - Şukran Yaguz Xwînerên Baş û Nivîserên Baş - Vladimir Nabokov (Werger: Umran Aran) Ferhenga Novel-lawan - Ferzan Şêr Li Ser Wergerê û Wergêran - Salih Agir Qoserî   PORTRE Kes jê Xwendetir Tunebû - Ciwanmerd Kulek   SÎNEMA   Xeyalên li Ser Keviran - Vecdî Demîr Rêwîtiya Kitêbekê û Kurikekî: Dara Ahlatê ya Nurî Bîlge Ceylan - Felek Perîşan Nerînek li Ser Fîlmê Reşeba - Rengîn Kardelen   KITÊB   Welatê Şûşenên Spî - Yaqob Tilermenî Handa: Rêze-çîrok an Romana Perçekirî - H.Kovan Baqî Mêşên Beckettî Difirin li Ser Parîsê- Ronya Bewran   GERNAMEYEK   Ber bi Hêlîna Dil ve - Receb Dildar   HELBEST   Derz - Gulîzer Fatma Savcı   BLOGGER   Gula Mecîd - Esra Boga Bêndera çandê-149/155 - Mewlûd Oguz   YOUTUBER   Youtuber Roza Sîerra   WEŞANGER   Weşanger Lal Laleş   BÎRANÎNEKE BÎRMENDEKÎ   Jiyana li Dêrikê ya Piştî Lîseyê - Fuad Onen   FOTO   Rograf - Tehsîn Baravî   TAYBET   Bîenala Mêrdînê ya ÇarAN - Hasan Atılgan, Sermest Semîr   NIVÎSA YEKEM   Bûka Lastîkî – Emîne Urtekîn Nerînek li ser Qesra Balindeyên Xemgîn - Îklîm Oral Kund - Berfîn Huseynî   KITÊBA BER SERÊ MIN   Zêmarên Çûyînê - Pelşîn Piling Girnijîneke Tal - Edîp Bozan   SERPÊHATIYA KITÊBEKÊ   Çaqûr im, bi derba dûr im, bêqisûr im… - Hişyar Aydin   KOMÊN XWENDINÊ   Mîrnameya Jan Dost - Koma Xwendinê ya Dîlokê Di Tuwaletê De ya Rênas Jiyan - Koma Xwendinê ya Vejînê Miriyê Heram a Bavê Nazê - Koma Xwendinê ya Wanê Gava Ku Masî Tî Dibin ya Helîm Yûsiv - Koma xwendinê ya Ferzad Kemanger   NÛÇEYÊN EDEB Û HUNERÊ   Şeşemîn Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmed Hat Lidarxistin Li Amedê Festîvala Zarokan Hat Lidarxistin Mem û Zîna Xanî li Zazakî Hat Wergerandin Bêrûyê Xelata Mezin Wergirt Mîhrîcana Fîlman a Yılmaz Güney Hat Lidarxistin Pêşangeheke Nejirêzê li Ruhayê