WAN – Hempîşeyên rojnameger Denîz Firat a li Mexmûrê di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû li ser gora wê di salvegera 4'emîn de bibîr anîn.
Rojnameger Denîz Firat (Metiye Yildiztan) di 8’ê tebaxa 2014’an de li Kampa Mexmûrê di DAIŞ’ê de dema geşedanên li wir dişopand jiyana xwe ji dest da. Rojnameger Firat di 4’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe ya li gundê Xecexatûnê ya Ebexê ya Wanê hat bibîranîn. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazez Orhan, Hevseroka HDP’a Wanê Yadîşen Karabulak, Hevseroka DBP’a Wanê Aynur Tarhan, Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan, xebatkarên çapemeniya azad, aktîvîstên TJA’yê û gelek jin beşdarî bernameya bîranînê bûn. Bîranînê bi rêzgirtinê destpê kir.
‘EM JIYANA DENÎZ JI XWE RE MÎNAK DIGIRIN’
Di bîranînê de ewil birayê Firat, Seyat Yildiztan axivî û wiha got: “Denîz rojnamegera gel bû. Denîz di têkoşîna gelê kurd a heqîqetê de jiyana xwe ji dest da. Sê xwişkên Denîz li ser rêça wê dimeşin û wênekêş û kameraya wê li erdê nehiştin. Ala wê hildan û têdikoşin. Malbat hemû em jiyana Denîzî mînak digirin. Em pê serbilind in. Em ji hemû beşdarvanan re spas dikin.”
‘ROJNAMEGERÊN JIN DÊ TÊKOŞÎNA WÊ DEWAM BIKIN’
Pişt î Yildiztan, li ser navê rojnamegerên jin nûçegihana JinNewsê Hîkmet Tunç axivî û anî ziman ku wan wek rojnamegerên jin pênûs û makîneyên Firat li erdê nehiştin û dewr girtine. Tunç da zanîn ku ji Gurbetellî Ersoz bigire heta Denîz Firat rojnamegerên jin soza têkoşîna wan dubare dikin û got: “Em wek jinan li dijî feraseta kujer a DAIŞ’ê û serdest heta qanûn bi zimanê jinan bên înşakirin dê têkoşîna me dewam bike.”
‘DAIŞ’Ê ÇAPEMENIYA AZAD HEDEF GIRT’
Berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan jî destnîşan kir ku Denîz Firat ji kevneşopiya çapemeniya azad tê û wiha got: “Wê li Mexmûrê şerê li dijî DAIŞ’ê dişopand. Tişta tu rojnameger nikare pêk bîne, Denîz pêk bîne. DAIŞ’ê bi hovane xebatkara çapemeniya azad hedef girt û ew qetil kir. Dewama feraseta DAIŞ’ê îro jî li ser kar in û rojnemgeran di her warî de hedef digirin. Lê wê tu demê destûr ji vê ferasetê re neyê dayîn û dê heqîqet di tariyê de nemîne. Em ê wek şopdarên Denîz têkoşîna xwe dewam bikin.”
‘DENÎZ ÇÎROKA HÊVIYANE’
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan dûre axivî û wiha got: “Denîz bi malbata xwe re di encama êrîş û zextên dewletê yên di salên 90’î de dest bi jiyana koçbertiyê dike. Di jiyana herî zor a koçbertiyê de, pişeya rojnamegertiyê hilbijart. Hemû hewldana wê ew bû ku, zilma li ser glek ji raya giştî re ragihîne. Denîz Firat, nîşaneya jina bi hêz û berxwedêr a civak û jinan bû. Denîz çîroka hêviyên azadiya gelêk û dengê jinan bû. Denîz bersiva ji nû ve avakirinê bû. Kameraya Denîz Firat bersiva civaka paşvero û hişmendiya serdest bû. Denîz Firat eyneya zilm û zextên li ser gelê kurd hatin jiyîn bû.”
‘ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG NEBÛ’
Orhan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di bin hemû şert û mercên zor û zehmet de tu darî dest ji kameraya xwe berneda. Temenê xwe diyarî jiyana trajîk a gelê û têkoşîna azadiyê kir. Em Denîz Firat bi minet di 4’emîn salvegera şehadeta wê de bi rêzdarî bibîr tînin. Em cardin dibêjin serê gelê Kurd, malbata wê û kedkarên çapemeniyê saxbe. Têkoşîn tu carî bi dawî nebe. Mîna her carê, dê tu carî bi zextan çapemeniya azad, têkoşîna azad û vîna azad a jinê nekarin bêdeng bikin.”
Piştî axaftinan rojnameger û siyasetmedaran qûrnefîl danîn ser gora Firat û dûre çûn serdana malbatê.