RIHA – Li Rihayê ajokarê otobusa taybet a gel Y.B. ê ku bi qayîşê B.A. yê 10 salî derb kiribû û hatibû binçavkirin hat berdan.
Li navçeya Eyyubiye ya Rihayê ajokarê otobusa taybet a gel Y.B. di otobusê de zarok B.A. yê 10 salî bi qayîşê derb kiribû û dîmenên wî di medya civakî de hatibûn parvekirin. Li ser vê yekê polîsan Y.B. binçav kir û ew birin dadgehê.
Y.B. li dadgehê xwe parast ku zarokê biçûk çêrî wî kiriye lê daye. Ajokarê îfadeyên wî hatin girtin ji aliyê dadgehê hat berdan.
B.A. jî piştî îfadeyên wî li Şaxa Zarokan a Polîsan hat girtin radestî malbata wî kirin.