COLEMÊRG - Li Geverê, ji 25 kesên derbarê teqîna li Geverê pêk hat û di teqînê hevjînê serbaz Nurcan Karakaya û kurê wî tê de jiyana xwe ji dest dan de, hatibûn binçavkirin 2 jê hatin girtin.
Ji 25 gundiyên derbarê teqîna li gundê Qadiyan a navçeya Gavera Colemêrgê pêk hat û di teqînê de hevjînê serbaz Nurcan Karakaya û kurê wî Mustafa Bedîrhan tê de jiyana xwe ji dest dan de, hatibûn binçavkirin, 2 jê hatin girtin. Cerdevanê berê yê gund Husret Altun ê 50 salî û gundî Gokhan Kaplan hatin girtin. Her du kes bi hinceta “roja bûyerê, bêyî ku destûrê ji leşkeran bigirin, çûne zozana û bêrîvanên li zozanan di heman rêkê de anîne gund” hatin girtin.
Destpêkê li gundê Qadiyan 20 kes hatibûn binçavkirin. Ji 20 kesên hatibûn binçavkirin 18 jê piştî îfade dabûn Serdozgeriya Komarê ya Geverê hatibûn berdan.
Pişt van her du girtinan, di 5’ê Texabê de cara duyemîn bi ser gundê Qadiyan de hat girtin û 5 kes hatibûn biçavvkirin. 5 kesên îfadeyên wan li Qereqoka Cendirmeyan a Xirvate hatin girtin, dûre hatin berdan.
Gelek gundiyên hatin berdan, diyar kiribûn ku dema hatin binçavkirin rastî îşkenceyê hatin.