ENQERE – HDP, bi her cure çewisandinan re rû bi rû dimîne. Vê carê jî şêwirmendên ku dê bi parlementeran re bixebitin, bi hinceta "lêkolînkirina arşîvê" daxwazên wan ên ji bo xebatê hatin redkirin.
HDP'ya ku her tim big irtin û binçavkirinan re rû bi rû dimîne, vê carê jî li Meclîsê bi ambargoya şêwirmendan re rû bi rû ma. Piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê gelek kesên ku dixwazin bi parlementerên HDP'ê re bixebitin, her çend der barê wan de lêpirsîn û doz tune jî, bi lêpirsîna kêfî ya Meclîsê re serlêdanên wan tên redkirin.
Piştî sondxwarina li Meclîsê, kesên xwestin bi parlementerên HDP'ê re bxiebitin serlêdan pêk anîn. Heta niha herî kêm 14 serlêdan hatien redkirin. Wekî hicnet jî "lêkolînkirina arşîvê" hat nîşandan. Di hincetê de hat nîşandan ku di çarçoveya Lêpirsîna Ewlehî û Lêkolînkirina Arşîvê de kesên navên wan derbas dibin di warê ewlehiyê de ji bo vê peywirê ne guncan in. Lê belê di hincetê de, hûrguliyên hinceta "lêkolînkirina arşîvê" nehatin nîşandan.
Hat hînbûn ku dê HDP'Î ji bo dawî li vê kêfiyetê bê serî li Serokatiya Meclîsê bide.
MA / Hayri Demir