MÊRSÎN – Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Mêrsînê, diyar kirin ku bi sererastkirina nû re Rewşa Awarte mayînde bûye û ev yek derî qanûna bingehîn e. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl destnîşan kirin ku ew vê qanûnê nas nakin û divê demildest bê betalkirin.
Bi sererastkirineke nû re Rewşa Awarte mayîn de bû. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Mêrsînê bertek nîşanî vê yekê dan.
Hevserokê DBP'a Mêrsînê Munîr Guzel, Rewşa Awarte bi pêkanînên xwe sîrateyî hemî deverên civakê kiriye û bi van pêkanînan re bi awayekî zêde maf hatine binpêkirin. Guzel, bilêv kir ku bi mayîndebûna Rewşa Awarte re dê qada demokratîk teng bibe, lê belê ew ê li dijî vê yekê bitêkoşin.
‘EM VÊ QANÛNÊ NAS NAKIN'
Guzel, diyar kir ku pêkanînên di Rewşa Awarte de cih digirin hemû îro bûn qanûn û qanûnên ku tên derxistin ne kêmî Rewşa Awarte ne. Guzel, anîz iman ku gelek erke dane destên waliyan û got: "Dê walî bi van erkan, dê di pêşerojê de bi awayekî kêfî bajar bi rê ve bibin. Maf, hiqûq û azadiyên mirovan ketine destê yekzilamî. Ev qanûn bi her awayî bereksê azadîiyên mirovan û xweseriya bajaran e. Rêveberiya bajarekî bi gotineke waliyekî ve girêdayî ye. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev qanûn antî demokratîk e. Qanûneke ku mafan binpê dike. Em hêzên demokrasiyê em ê vê qanûnê nas nekin."
‘QANÛNA REWŞA AWARTE DÊ BI XWE RE BINPÊKIRINÊN MAFAN BÎNE'
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Hakki Demîr, destnîşan kir ku bi vê qanûnê Rewşa Awarte mayînde bûye û got: "Dê bi van qanûnan waliyên bajaran bi awayekî kêfî der barê maf û azadiyên mirovan biryaran bidin. Dê bi biryara wan mirov karibin bên bajaran û derkevin. Ev qanûn nîşan dide ku dê di pêş de binpêkirinên mafan zêdetir bibin. Dê mirov bêtir bên çewisandin." Demîr, diyar kir ku lê belê dîsa jî ew ê li hemberî vê yekê bitêkoşin û bi paş ve gav navêjin.
‘DIVÊ QANÛNA REWŞA AWARTE DEMILDEST BÊ BETALKIRIN'
Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrsînê Sînan Mûşlû, diyar kir ku bi hilbijartina 24'ê Hezîranê re li Tirkiyeyê guherînek çêbûye û di vê guherînê de pergala yekzilamî û partiyê pêk hatiye. Mûşlû, destnîşan kir ku qanûnîkirina Rewşa Awarte derî qanûna bingehîn e û divê Dadgeha Qanûna Bingehîn vê qanûnê betal bike. Mûşlû got: "Ev qanûn bi her awayekî antî demokratîk e û ji bo derdorên muxalif bêdeng bike hatiye derxistin. Divê hêzên civakiyî meşrûtiyeta wê bê lêprisînkirin û neyê naskirin. Ev qanûn tenê dê ne xebatêns endîkayî, dê tesîrê li hemû sazî û dezgehên demokratîk û civakiyî bike."