COLEMÊRG – Sala par tîmên taybet li Şapatanê gundî îşkence kiribûn, lê belê hîn jî ji ber vê îşkenceyê kes nehatiye darizandin. Gundiyan bilêv kir ku ji ber îşkenceyê hîn jî derûniya wan xirab e û ew ê tu carî vê îşkenceyê ji bîr nekin.
Di 7’ê Tebaxa 2017’an de li gundê Şapatan ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê tîmên taybet bi dar, hesin, çek, xirtûman gundiyan îşkence kiribû. Salek di ser vê bûyerê re derbas bû, lê belê hîn jî tîmên ku îşkence li gundiyan kirin nehatine darizandin. Piştî îşkencekirinê bi rojekê şûnde gundiyan serî li Dozgeriya Şemzînaanê da û giliyê tîman kirin. Di dema îfadeya li dozgeriyê de wêneyên 45 polîsan nîşanî gundiyan hat kirin û gundiyan ji nav van wêneyan ên 6 polîsan teşhis kir. Lê belê wêneyên polîsên taybet nîşanî gundiyan nedan. Parêzerê gundiyan jî destnîşan kir ku heta niha di dozê de tu qewimandin rû nedane û saleke ku lêpirsîna hatiye vekirin veneguheriye dozê.
GUNDÎ: ÎŞKENCE WEK ROJA EWIL LI BER ÇAVÊ ME YE
Gundiyan anî ziman ku der barê polîsên ku li Midûrieyata Emniyetê ya Navçeyê peywirdar e û bijîşkê ku rapor nedaye wan tu lêpirsîn nehatine destpêkirin. Gundiyan bilêv kir ku ji ber îşkenceya hatiye kirin hîn jî derûniya wan baş nebûye û ew ê tu carî vê îşkenceyê ji bîr nekin. Necmetîn Korkmazê ku wê rojê hevjîna wî û keça wî ya 6 salî jî hatin îşkencekirin got: “Saet yekê şevê bû, pêşî dengê piyê wan hat û paşê pacên me hatin şiakndin. Rabûm çûm derî vebikim, lê hîn negihaştibûm ber derî bi pehînan derî şikandin. 5 polîsan xwe avêt ser min û çek spartin serê min. Bi çekan, pehînan li serê min dan. Paşê min derxistin derve, dengê giriyê hevjîna min hat emin. Bi êzingan li min dan. Çek spartin serê min gotin, em ê te bikujin. Wê rojê ji sedî zêdetir gundî îşkence kirin.”
PIŞTÎ ÎŞKENCEYÊ ANCAX 8 MEH ŞÛNDE RABÛ SER XWE
Korkmaz diyar kir ku piştî bûyerê ew 4 caran çûye nexweşxaneyê û got: "Ez 4 çar mehan ji erdê ranebûm. Ez çûm nexweşxaneyê hatim. Piştî 8 mehan birînê min hinek baş bûn.Beriya wê rojê ji xwe 4 carên din jî li min dabûn. Lê heta niha tu kes nehatiye darizandin. Pişti bûyerê gelek kes hatin vir, li ser bûyerê sekinîn hinek tişt çêbûn lê ew jî dan sekinandin.”
‘EM JI BÎR NAKIN!’
Delîl Avci yê ku malbata wî hemû hat îşeknecekirin, anî ziman ku birayê wî Mehmet Alî Avci di 16’ê Gulanê de careke din hatiye îşkencekirin û got: "Yên îşkence dikin ji ber nayên darizandin carek din jî îşkence dikin. Kesên gundî îşekence kirin hîn jî nehatine darizandin û ji ber ê careke din îşkence li bire min û cînarê me kirin. Polîsên di 7’ê Tebaxê de em îşkencekirin hîn jî li ser kar in.”
Avci, diyar kir ku heta kesên îşkence li wan kirine neyên darizandin ew ê bûyerê bişopînin.
MA/Fethi Balaman