Hem derbkirin hem jî gilî kirin

  • rojane
  • 09:23 20 Cotmeh 2017
  • |
img

AMED – Li Mêrdînê, F.B. parast ku ji ber wî sîxurtiya lê hatiye ferzkirin qebûl nekiriye hatiye derbkirin û wî giliyê polîsan kiriye. F.B. anî ziman ku piştî ew hatiye berdan gef lê hatine xwarin û ji ber ku tirsiyaye wî giliya xwe bi paş ve kişandiye, lê belê vê carê jî polîsan giliyê wî kir. Li ser vê F.B. rapora derbkirinê wergirt û serî li ÎHD’ê da. 

F.B., parast ku dema ew ji bo serlêdana belgeya ajokariyê çû Qosera Mêrdînê, li têketina bajêr polîsan ew ji wesayîtê daxistiye, binçavkiriye û paşê sîxurtî lê ferz kirine. F.B. diyar kir ku ji ber wî sîxurtî qebûl nekiriye hatiye derbkirin. F.B. got ku di 6’ê Cotmehê de li nav bariyerên betonî 7 polîs bi ser wî de hatine û bi awayekî dijwar lê dane. 
 
‘LINGÊN MIN JÎ KELEPÇEKIRIN’
 
F.B., parast ku polîsan jê xwestiye li ser kesên ku ew nas nake îfadeyê bide û ev tişt gotin: “Dema min sûxurtî red kir û got navê hûn dibêjin ez wan nas nakim. Gef li min xwarin û gotin ‘em ê te bikujin.’ Li nav bariyerên betonî li min dan û heqaret li min kirin. Ji paş ve destên min kelemçekirin û min dirêjî erdê kirin û bi pehîna li ser, ling û nava min dan. Ji van pehînan yek jê zaf dijwar bû û ji ber wê ez ji ser hişê xwe çûme.”
 
‘POLÎSAN RAPORA BIJÎŞK AMADE KIR’ 
 
F.B. got ku piştî ew hatiye ser hişê xwe dîsa sîxurtî lê hatiye ferzkirin. F.B. îdia kir ku lê ji ber ku wî qebûl nekiriye, dîsa hatiye îşkencekirin. F.B. diyar kir ku paşê ji bo venêrîna tenduristiyê ew birine nexweşxaneyê û wiha got: “Li ser piya ez muaeyene kirim. Polîsan bi bijîşk raporeke li gor xwe dan amadekirin.” F.B. diyar kir ku wî îtirazî vê rewşê kiriye, lê belê piştî amadekirina raporê wî birine emniyetê û paşê wî radestî cendirmeyan kirine.” 
 
BI MIRINÊ GEF LÊ XWARIN, GILIYA XWE BI PAŞ VE KIŞAND
 
F.B., anî ziman ku tevî ku hatiye derbkirin û îşkencekirin jî polîsan giliyê wî kiriye. F.B., diyar kir ku wî di îfadeya xwe ya li Qereqola Cendirmeyan de giliyê polîsan kiriye, lê belê ev giliya wî derbasî girtekan nehatiye kirin. F.B, anî ziman ku piştî ku wî îtiraz kiriye, giliya wî derbasî girtekê kirine. 
 
F.B., got ku piştî îfadeyê hatiye berdan, lê belê polîsên ku ew derb kirine riya wî girtine û ji bo giliya xwe bi paş ve bikişîne bi mirinê gef lê xwarine. F.B., anî ziman ku ew ji neçarî dîsa çûye qereqolê û îfadeya xwe bi paş ve kişandiye. 
 
POLÎSAN GILIYÊ WÎ KIR, LÊPIRSÎN HAT VEKIRIN 
 
F.B. bi lêv kir ku piştî wî îfadeya xwe bi paş ve kişandiye, gelek caran polîs bi telefonê lê geriyane û gef lê xwarine. F.B., diyar kir ku vê carê îjar polîs giliyê wî kirine û Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi hinceta “muqawemet û heqaretê” der barê wî de lêpirsîn daye destpêkirin. 
 
RAPORA DERBKIRINÊ WERGIRT 
 
F.B., anî ziman ku ji ber gefan ew ji jiyana xwe bi endişe ye û di 11’ê Cotmehê de wî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daye. Her wiha Şaxa Weqafa Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê jî rapor daye û di raporê de hat diyarkirin ku F.B. hatiye derbkirin û li ser vê dîsa giliyê polîsan kir. 
 
MA / Özgür Paksoy – Devran Toptaş
 

Sernavên din

22/10/2017
09:27 Tevî 7 zarokên xwe li dijî rûxandinê di ber xwe dide
09:26 Endamên KÎD'ê: Azadî bi yekîtiya neteweyî pêkan e
09:25 Kekê Kemal Kurkut: Sûc heye, lê daraz tune
09:23 Welatiyên ereb bi piştgiriyê çandê diparêzin
09:23 Qereqolê welatî bê av hiştin
09:00 ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2017'AN
21/10/2017
21:24 Maşîna polîsan Feleka 7 salî qetil kir
21:23 Wê Rûsya û Iraq der barê rewşa li Kurdistana Federe de hevdîtinê çê bikin
21:09 3 rojnameger hatin berdan
20:57 Bafil Talabanî: Bila der barê pêkanînên li Kerkûkê de lêpirsîn bên destpêkirin
20:44 Beştaş: Dawiya dawî wê deriyê Îmraliyê vebin
18:13 TJA: Ger ku deriyê Îmraliyê bê vekirin dê bêhna gel derkeve
17:58 Leşkeran li Farqînê 9 gundî binçav kirin
17:09 HDP’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan giştînameyek belav kir
16:33 Xizmên windayan: Zû tecrîdê bi dawî bikin
16:31 Li Kayseriyê êrîşê Îhsan Elîaçik kirin
16:12 'Em dê nivîsandinê berdewam bikin'
15:57 Wekîlên HDP’ê Gundê Amara ziyaret kirin
15:56 ‘Leşkeran kesên binçav kirin, 22 sal e agahî ji wan nayê girtin’
15:39 Polîsan li Kolana Yukselê 7 kes binçav kirin
15:30 Li Amedê gotûbêja ‘Nivîskar Seherê dixwînin’
15:13 NÇM'ê bernameya Mihrîcana Çand û Hunere aşkere kir: Dê bibe bêhn
15:04 'Girtiyê nexweş Donmez berdin'
14:56 'Ocalan xeta kurdan a sor e'
14:30 Meşa 'Edalet, kar û qut' di roja duyemîn de ye
14:22 Dayikên Şemiyê: Tenê bila kefen û gorên wan hebin
14:16 Rêxistinên Rojnamegeran: Bila rojnameger bên berdan
13:52 Ji bo Ocalan dadikevin qada Khalkedonê
11:39 Maşîneyên zirxî di salekê de 20 kes qetil kirin
11:33 Gotin miriye lê li nexweşxaneyê tê dermankirin
11:32 Qedexeya li 4 navçeyên Amedê hat rakirin
11:32 Jina ciwan bi daliqandî hat dîtin
11:11 ‘Li şûna rojnamegeran divê Berat Albayrak bê darizandin’
11:07 Rojnameger Çelîkkan hat berdan
11:07 Karkerekê Sûriyeyî jiyana xwe ji dest da
11:06 Rapora MÎT'ê: Lîce dê ji hewa ve bê bombekirin
10:51 Hem rîçalê difiroşe, hem jî peyam dide!
10:49 Yekîneya sivîl a di operasyona Farqînê de sivîlan dike hedef
10:26 Kujer kêlî bi kêlî hatine qeydkirin, lê dîsa jî serbest in
09:28 ÎHD û TTB: Heta niha karker çawa li vir xebitîn?
09:27 Bi têkoşînê nêrîna li dijî jinê guhert
09:25 Bav: Yên kujer berdan dê wî beraet jî bikin
09:24 Gav paş ve neavêt û karê xwe ava kir
09:24 Jiyana komunî ya li girtîgehê, li derve jî didomîne
09:23 Li hemberî tecrîda li Îmraliyê ji bo ‘xerakirina biryarê’ serî li wezaretê dan
09:22 47 sal in wêneyên ‘dînên’ bajêr dikişine
09:21 Keskîn: Tecrîda li Îmraliyê tu carî qasî niha giran nebûye'
09:16 Buldan: Tirkiye dê bi rakirina tecrîdê ji aloziyê rizgar bibe
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2017'AN
20/10/2017
18:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya rojnamegerên hatin binçavkirin
18:11 Di pêşangeha ku ji aliyê qeyûm hat vekirin de, cih nedan weşanxaneyên kurdî!
17:56 Hevserokên HDP’ê yê Antalyayê tehliye bûn
16:54 ÇGD: Ev zext dê li we vegerin
16:32 Hevşaredarê Bêgirê Tunç nehat berdan
15:29 ‘Ji bo ronîkirina cînayeta Elçî dê israra me bidome’
15:24 'Serkeftina Jinan a li Reqqa hêz da me'
14:56 Parlamenterên HDP'î beşdarî dozê nebûn
14:55 9 kes li Kolana Yukselê binçav kirin
14:50 QSD: Em Reqayê radestî Meclîsa Sivîl dikin
14:13 Prz. Denîz Yildirim bi biryara navberê hat berdan
14:12 Kesên têkildarî hezanê hatin binçavkirin hatin berdan
14:11 'Divê hevalên me rojnameger zû bên berdan’
13:56 Walîyê Mêrdînê her cure şahî û çalakî qedexe kir
13:54 Divê dozger der barê îdiayên înfazê de agahî bide
13:30 Li meclîsê ji bo Ocalan bang li CPT'ê kir: Nebin şirîkê sûc
13:17 Polîsan 7 HDP'î binçav kirin
13:14 HDP’ê malbatên di kana komirê de xizmên xwe winda kirin, ziyaret kir
12:53 Li Stenbolê jinek bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:44 ÎHD: Bila Osman Kavala serbest bê berdan
12:42 Herêma Federal a Kurdistanê sedî 35 piçûk bû
12:41 Gelo dê ji malbatan re çi bibêjin?
11:55 Artêşa Iraqê dest danî ser Pirde
11:23 Malbata Ocalan xwest biçin Îmraliyê
10:23 Dayik li Stenbolê, xwûşk li Êlihê li Mehmet digerin
09:53 5 rojnameger li Enqerê hatin binçavkirin
09:49 Masîvanên Mêrsînê: Em cefayê bazirgan jîsefayê dibînin
09:26 ‘Tu li Pozantiyê nebûyî zilam, lê em ê te li Tarsûsê bikin zilam’
09:25 Beştaş: Kesên ku Ocalan tecrîd dikin dê bên darizandin
09:24 'Heya qanûnê bi paşve nekêşin, em ê têbikoşin'
09:23 Hem derbkirin hem jî gilî kirin
09:21 ‘Jin li dijî KHK’ê li ber xwe didin'
09:20 Teqewîtbûnê wî têr nekir carek din dest bi kar kir
09:19 ‘Ya ku wê rojnamegeran ji girtîgehê derxîne piştevanî ye’
09:17 Ocaxên mermeran Komir wêran kir
09:16 Li warê Feqiyê Teyran dema gûzan
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2017'AN
19/10/2017
18:30 Cenazeyê Keskîn hat wergirtin, lê agahî ji Şaşar nayên wergirtin
17:34 Şaban Dişli yê AKP'î ji peywira xwe îstifa kir
17:08 'Divê em li dijî qanûnên jinan dixin hedef rêxistinê xurt bikin’
17:00 Li girtîgehan ji bo Ocalan çalakî dest pê dikin
16:59 Serlêdana parêzeran a cara 697’emîn hat redkirin
16:47 Dema binçavkirina Osman Kavala hat dirêjkirin
16:36 Jinên girtî tecrîd şermezar kir
16:32 Malbata Zafer Ceyhan serlêdan sûc kir
16:29 HPG’ê der barê bûyera Mûglayê de daxuyanî da
15:46 Bîrdariya Komkujiya Miran hat rûxandin
15:46 Hevserokê DBP'ê Arslan: Yek gotina Ocalan bes e
15:29 Xebatkrên Van TV beraet kirin
15:10 Li Pîra Sîsê îşkence kirin
14:44 Xwestin Meclis li Îmraliyê lêkolînê pêk bîne