Hem derbkirin hem jî gilî kirin 2017-10-20 09:23:02 AMED – Li Mêrdînê, F.B. parast ku ji ber wî sîxurtiya lê hatiye ferzkirin qebûl nekiriye hatiye derbkirin û wî giliyê polîsan kiriye. F.B. anî ziman ku piştî ew hatiye berdan gef lê hatine xwarin û ji ber ku tirsiyaye wî giliya xwe bi paş ve kişandiye, lê belê vê carê jî polîsan giliyê wî kir. Li ser vê F.B. rapora derbkirinê wergirt û serî li ÎHD’ê da.  F.B., parast ku dema ew ji bo serlêdana belgeya ajokariyê çû Qosera Mêrdînê, li têketina bajêr polîsan ew ji wesayîtê daxistiye, binçavkiriye û paşê sîxurtî lê ferz kirine. F.B. diyar kir ku ji ber wî sîxurtî qebûl nekiriye hatiye derbkirin. F.B. got ku di 6’ê Cotmehê de li nav bariyerên betonî 7 polîs bi ser wî de hatine û bi awayekî dijwar lê dane.    ‘LINGÊN MIN JÎ KELEPÇEKIRIN’   F.B., parast ku polîsan jê xwestiye li ser kesên ku ew nas nake îfadeyê bide û ev tişt gotin: “Dema min sûxurtî red kir û got navê hûn dibêjin ez wan nas nakim. Gef li min xwarin û gotin ‘em ê te bikujin.’ Li nav bariyerên betonî li min dan û heqaret li min kirin. Ji paş ve destên min kelemçekirin û min dirêjî erdê kirin û bi pehîna li ser, ling û nava min dan. Ji van pehînan yek jê zaf dijwar bû û ji ber wê ez ji ser hişê xwe çûme.”   ‘POLÎSAN RAPORA BIJÎŞK AMADE KIR’    F.B. got ku piştî ew hatiye ser hişê xwe dîsa sîxurtî lê hatiye ferzkirin. F.B. îdia kir ku lê ji ber ku wî qebûl nekiriye, dîsa hatiye îşkencekirin. F.B. diyar kir ku paşê ji bo venêrîna tenduristiyê ew birine nexweşxaneyê û wiha got: “Li ser piya ez muaeyene kirim. Polîsan bi bijîşk raporeke li gor xwe dan amadekirin.” F.B. diyar kir ku wî îtirazî vê rewşê kiriye, lê belê piştî amadekirina raporê wî birine emniyetê û paşê wî radestî cendirmeyan kirine.”    BI MIRINÊ GEF LÊ XWARIN, GILIYA XWE BI PAŞ VE KIŞAND   F.B., anî ziman ku tevî ku hatiye derbkirin û îşkencekirin jî polîsan giliyê wî kiriye. F.B., diyar kir ku wî di îfadeya xwe ya li Qereqola Cendirmeyan de giliyê polîsan kiriye, lê belê ev giliya wî derbasî girtekan nehatiye kirin. F.B, anî ziman ku piştî ku wî îtiraz kiriye, giliya wî derbasî girtekê kirine.    F.B., got ku piştî îfadeyê hatiye berdan, lê belê polîsên ku ew derb kirine riya wî girtine û ji bo giliya xwe bi paş ve bikişîne bi mirinê gef lê xwarine. F.B., anî ziman ku ew ji neçarî dîsa çûye qereqolê û îfadeya xwe bi paş ve kişandiye.    POLÎSAN GILIYÊ WÎ KIR, LÊPIRSÎN HAT VEKIRIN    F.B. bi lêv kir ku piştî wî îfadeya xwe bi paş ve kişandiye, gelek caran polîs bi telefonê lê geriyane û gef lê xwarine. F.B., diyar kir ku vê carê îjar polîs giliyê wî kirine û Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi hinceta “muqawemet û heqaretê” der barê wî de lêpirsîn daye destpêkirin.    RAPORA DERBKIRINÊ WERGIRT    F.B., anî ziman ku ji ber gefan ew ji jiyana xwe bi endişe ye û di 11’ê Cotmehê de wî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daye. Her wiha Şaxa Weqafa Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê jî rapor daye û di raporê de hat diyarkirin ku F.B. hatiye derbkirin û li ser vê dîsa giliyê polîsan kir.    MA / Özgür Paksoy – Devran Toptaş