WAN - Danişîna doza Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya ê girtî hat dîtin. Kaya bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û di parastina xwe de got: "Ez ji ber polîtîkayên qeyûm girtî me."
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya yê ji 8’ê mijdara 2016’an ve girtîne îro derket pêşberî dadger û danişîn li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, Serokê Baroya Wanê Mûrat Tîmûr, gellek rojnameger û parêzer dozê şopandin.
Kaya bi rêya SEBGÎS’ê beşdarî danişînê bû û got ew sûcdariyên li ser tên pêkanîn qebûl nake.
Kaya di dewama parastina xwe de wiha got: “Rapor ji aliyê polîsan ve hatiye amadekirin. Bi nêzîkatiyeke neyarî hatiye amadekirin. Ji Googleyê belge hatine berhevkirin. Hincetên madî hatiye derxistin. DMME’yê aniye ziman. Ne mimkûne ku ez vê bipejirîninm. Ji ber wezîfedarkirin û polîtîkayên qeyûm ez niha li vir im. Daxwaz ji dadgehê dikim ku darazandineke serbixwe û bê alî bike. Ez ji ber xebat û axaftinên siyasetê li vir im.”
Parêzerên Kaya jî axivîn û berdana miwekîlên xwe westin. Piştî parastinan dozger mutalaya xwe aşkere kir û xwest Kaya girtî bê darizandin. Piştî navberek kin heyeta dadgehê jî biryara dewama girtin Kaya da û dozê taloqî 21’ê îlona 2018’an kir.