BURSA - Yekem danişîna doza darizandina Berbas Serpel Osman Hanci, yê di nobetê de mixfer li serê Gokhan Kiliç ê bi darê zorê leşkerî dikir xist û bû sema mirina wî, hat dîtin. Di rapora Tipa Edelî de, eşkere bû ku, ji ber aliyê çepê yê serê Kiliç hatiye şikandin, xwîn çûye ser mejiyê wî û jiyana xwe ji dest daye.”
Yekem danişîna doxa têkildarî kuştina Gokhan Kiliç ê bi zorê li Dibistana Veterîner a Leşkerî ya Gemlîka Bursayê leşkerî dikir, li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bursayê hat dîtin. Bersûc Berbas Serpel Osman Hanci yê bi mîxferê li serê Kiliç xist û bû sema mirina wî, dayîk Gokhan Kiliç Ayşe, bav Halît, bira Emrah û hevjîna Kiliç Berna Kiliç, xizmên bersûc Hanci û parêzerên wan beşdarî danişînê bûn.
Di rapora Desteya Îhtîsas a 1’emîn a Tipa Edlî ya gehişt ber destê şandeya dadgehê de, derket holê ku ji ber aliyê çepê yê serê Kiliç hatiye şikandin, xwîn çûye ser mejiyê wî û jiyana xwe ji dest daye.”
Parêzer Mustafa Gokturk Karaca parastin kir û xweset di çarçoveya rapora Desteya Îhtîsas a 1’emîn a Tipa Edlî de bersûc bê cezakirin.
Şandeya dadgehê biryar da ku girtina bersûc bidome û danişîn talûqî meha Cotmehê kir.