ENQERE - Dadgeha Destûra Bîngehîn serlêdana takekesî ya Hevseroka berê ya HDP’ê Figan Yuksekdag li gel dengekî dijber jî bi piraniya dengan qebûl nekir.
Dadgeha Destûra Bîngehîn serlêdana takekesî ya Hevseroka berê ya HDP’ê Figan Yuksekdag ku di 6’ê mijdara 2016’an de hat girtin û parlamenterya wê hat xistin, li gel dengekî dijber jî bi piraniya dengan qebûl nekir.
SEDEMA SERLÊDANÊ
Serlêdana takekesî ya Yuksekdag ji ber bergiriyên berdestkirin, binçavkirin û girtinê bi awayekî hiqûqî pêk nehatibûn, gihandina lêpirsînê hatibû astengkirin, astengkirina bi cih aîna peywirên parlamenteriyê û binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê, hatibû kirin.
GIRTIN QANÛNÎ YE!
Dadgeha Destûra Bîngehîn serlêdanê nirxandin û bi hinceta ku rêya serlêdanên asayî nehatine kirin, serlêdan hatiye kirin serlêdana Yulsekdag qebûl nekir. Dadgehê di biryara xwe de angaşt kir ku girtina Yuksekdag ji ber sedemên siyasî pêk nehatiye û ji ber vê yekê bergiriya girtina Yuksekdag qanûnî ye.
BINPÊKIRIN HEYE
Endamê Dadgeha Destûra Bîngehîn Engîn Yildirim beşdarî biryarê nebû û li dijî biryarê dengê xwe bi kar anî. Yildirim di nêrîna xwe ya dijî biryarê de destnîşan kir ku mafê bijartin, hilbijartin û beşdarbûna xebatên siyasî û azadî û ewlehiya Yuksekdag hatiye binpêkirin.