RIHA / ŞIRNEX - Li taxa Yukari Doruklu ya navçeya Serêkanî ya Rihayê di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Elkê jî 5 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Serê sibê polîsan li Taxa Yukari Doruklu ya navçeya Serêkanî ya Rihayê bi ser mala de girtin. Di serdegirtinê de Zeynep Dagtekîn, Alî Dagtekîn ê 17 salî û kesekê navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin. 3 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, piştî kontrola tenduristiyê birin Şaxa TEM’ê ya Rihayê.
LI ELKÊ 5 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Elkê ya Şirnexê serê sibê polîsan bi ser gellek malan de girt. Li gorî agahiyên ber dest, di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirina welatiyan nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Elkê.