ÎZMÎR – Li navçeyên Bornova, Menderes, û Konak ên Îzmîrê polîsan bi ser gelek malan de girt.
Li navçeyên Bornova, Menderes, û Konak ên Îzmîrê polîsan ber destê sibehê saet dora 05.00’an bi ser gelek malan de girt. Hat ragihandin ku serdegirtina malan ji ber îxbarê pêk hatiye û piştî lêgerina malan gelek kes hatine binçavkirin.
Kesên binçavkirî yên navên wan heta niha hatine hînkirin wiha ne: Salih Aydin, Ferdî Kadan, Vahît Sayan, Mehmet Şerîf Salman.