EFRÎN – Hat ragihandin ku ji aliyê TSK'ê ve ji bo rêyeke leşkerî ya di navbera Hatay û Efrînê çêbikin, hemû xanî û darên fêkiyan ên gundê Hemamê ya girêdayê navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku li ser sînor e, hatin hilweşandin.
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) guhertina demografî û hilweşandina Efrînê berdewam dike û pilan û projeyan bi pêş dixe û pêk tîne. Li kêleka hemî kiryarên komên OSO yên girêdayî TSK'ê yên dijmirovahî û hovane derheqê Efrîn û gelê wê de weke şewitandina bax, baxçe, zevî û daran, bi leşker, amûr û karkerên xwe li ser guhertina demografî û xirakirina erdnigariya Efrînê dixebite.
JI BO RÊYA LEŞKERÎ XANÎ Û DAR JI KOKÊ VE TÊN RAKIRIN
Hat ragihandin ku TSK bi amûr û karkerên xwe di navbera bajarê Hatayê û gundê Hemamê ya girêdayî navçeya Cindirêsê de rêyeke bi firehiya 40 metre çêdike. Li gorî ku çavkaniyek ji herêmê diyar kir ev rê weke riyeke leşkerî dê were bikar anîn.
Hat diyarkirin ku TSK ji bo vê riyê çêbike, hemû malên ku dikevin nava nexşeriya projeya rê ji binî ve xera dikin û di heman demê de hemî darên zeytûnê û fêkiyan ên ku bi salane ji aliyê gelê Efrînê ve tên xwedîkirin bi wesayît û amûrên kar ji kokê ve tên rakirin.