COLEMERG – Herêma ku Nûrcan Karakaya û pitikê wê Mûstafa Bedîrhan lê jiyana xwe ji dest dan, herêma qedexekirî ye û ji wesayîtên sivîl re girtî ye. Her wiha li derdora herêmê qareqolek û 3 baregehên leşkerî hene û rêya ku têqîn li ser pêk hat jî 24 saetan tê şopandin.
Di ser teqîna li navçeya Geverê ya Colemergê ku di encamê de hevjîna binevserekî Nûrcan Karakaya û pitikê wê Mûstafa Bedîrhan jiyana xwe ji dest dan re 6 roj derbas bûn. Li gel vê yekê jî heta niha jî ji aliyê raydarên dewletê ve têkildarî çawabûna bûyerê tu daxuyanî nehatiye dayîn. Li derdora herêma teqîn lê pêk hatiye qareqolek û 3 baregehên leşkerî hene. Tevahiya rêya teqîn li serê pêk hatiye jî dikare 24 saetan bê şopandin. Her wiha cihê bûyerê di nav herêmên qedexekirî de cih digire û çûn û hatina wesayîtên sivîl lê qedexe ye.
PARÇEYAN WESAYÎTÊ HÊ JÎ LI CIHÊ BÛYERÊ NE
Li gel ku bi ser bûyerê re 6 roj derbas bûne jî parçeyên wesayîtê hê jî li cihê bûyerê ne. Ji ber ku berên li devera teqîn lê pêk hatiye xesar nedîtine û li ber û berê rê kolandin nehatiye kirin, angaşta gundiyan a teqîna tûpê LPG a di baxaja wesayîtê de tîne bîra mirovan.
ANGAŞTA ÎŞKENCEYÊ YA GUNDIYAN
Gundiyên Gundê Kadikoyê (Qadiyan) diyar kirin ku roja ku têqîn pêk hatiye heta niha zextên zêde li ser wan hene û gundiyên ku hatine binçavkirin jî hatine îşkencekirin. Gundiyan bi bîr xist ku ji 20 gundiyên ku hatine binçavkirin 18 kes jê hatine berdanê û hê jî şopên îşkenceyê li laşê wan hene. Gundiyan her wiha destnîşan kir ku ji 5 gundiyên ku saetên şevê hatine binçavkirin jî 2 jê wan li nav gund di lêdaneke dilsotîner re hatine derbaskirin.
Hat ragihandin ku hê jî 7 gundî li Qerekola Xirwateyê ya Cendirmeyan di bin çavan de ne.