NAVENDA NÛÇEYAN – Danişîna doza rojnamegerên girtî Ziya Ataman îro li Şirnexê û ya Berzan Guneş jî li Îdirê tê dîtin.
Danişîna nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Ziya Ataman û nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Berzan Guneş ê di 11 hezîranê de li Şirnexê hat girtin dê bê dîtin.
ATAMAN PARASTINA XWE NEKIRIBÛ
Ataman di 11’ê nîsana 2016’an de li Wanê hat girtin. Di derbarê Ataman jî di nav de 9 jê girtî bi giştî 19 kesan de doz hatibû vekirin û dê danişîna 3’yemîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê bê dîtin. Di danişîna derbasbûyî de ji ber pirsgirêka SEGBÎS’ê Ataman parastina xwe nekiribû, li bendê ye di vê danişînê de parastinê bike. Ataman li Girtîgeha Tîpa M a Wanê tê ragirtin.
DOZA GUNDEŞ LI ÎDIRÊ TÊ DÎTIN
Danişîna ewil a rojnameger Berzan Guneş ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê girtî ye dê li Dadgeha Cezayê Giran a Îdirê bê dîtin. Guneş bi hinceta “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin.
Li bendê ye nûnerên saziyên çapemeniyê yên navnetewî û hempîşeyên wan dozê bişopînin.