QIBRIS - Li Qibrisê kesê bi navê Mehmet Kûzûcû, ji ber di wesayîta xwe de stranên bi kurdî guhdar kir 3 rojan girtî ma. Endamê Konseya Yekîtiya Baroyên Tirk a Qibrisê Ahmet Saîd Sayin, anî ziman ku li Qibrisê qanûna "Rêxistina terorî" tune ye û bal kişand rêgeza "sûcê bê qanûn nabe."
Mehmet Kûzûcûyê ku li Gazîmagûsa ya Komara Tirk a Qibrisê dijî, li ser îxbarekê polîsan mala wî û wesayîta wî sehî kir û bi îdiaya "propaganadaya rêxistinê" hat binçavkirin. Bi hinceta di wesayîta xwe de stranên kurdî guhdar kirine Kûzûcû hat binçavkirin û li dadgehê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hat girtin. Kûzûcû piştî 3 rojan bi kefaletî hat berdan.
4 STRANÊN DI USB'Ê DE WEKÎ DELÎL HATIN NÎŞANDAN
Rayedarên polîsan diyar kirin ku lêpirsîn hîn jî didome û USB'ya di wesayîta Kûzûcû de wekî delîl hatiye desteserkirin û piştî lêkolînan ji 54 stranên di USB'ê de 4 jê stranên ku PKK'ê dipesînînin. Li ser vê Kûzûcû 3 rojan girtî ma.
MUZÎK GERDÛNÎ YE
Kûzûcû jî got: "Muzîk gerdûnî ye. Li cem min her cure muzîk hene." Endamê Konseya Yekîtiya Baroyên Tirk a Qibrisê Ahmet Saîd Sayin jî têkildarî mijarê got, di qanûna Komara Tirk a QIbrisa Bakur de têkildarî axaftina bi kurdî û guhdarkirina muzîka bi kurdî de tu qanûn tune ne. Sayin bilêv kir ku divê neyê ji bîrkirin ku Qibris îdareyeke ku ji Tirkiyeyê cuda ye.
RÊGEZA SÛCÊ BÊQANÛN
Sayin got: "Li Qibrisê guhdarîkirina muzîka kurdî ne sûc e, lê belê kesê hatiye girtin bi îdiaya 'muzîka ku propgandaya rêxistina terorî dike guhdar kiriye' hatiye girtin. Kîjan rêxistin e, nediyar e. Jixwe li Qibrisê nediyar e ku kîjan rêxistin d'derqanûnî ne' û 'rêxistinên terorî' ne." Sayin, anî ziman ku li Qibrisê Desteya Wezareta lîsteyeke weşandiye û qanûneke di vî warî de tune ye û got: "Qanûneke wisa tune ye. Wekî hûn dizanin rêgeza 'sûê bêqanûn nabe' hîmê sereke yê Hiqûqa Cezayê ye. Lê mixabin li Qibrisê ji bo hiqûqeke bi rêk û pêk gelek mesafe heye. Pirsgirêkên ku berê Tirkiye di warê edaletê de bi wan re rû bi rû dima, hîn jî em bi wan re rû bi rû dimînin. Leza me ya ji bo demokratîkbûyînê pir hêdî ye."
Parêzer Mîne Atli jî bertek nîşanî vê rewşê da û got, guhdarîkirin û xwendin ne sûc e. Atli got: "Belkî ji bo bibim xwedî agahî guhdar dikimû dixwînim. Heta ku guhdar nekim û nexweînim ma ez ê ji ku zanibim ku tiştekîx irab e. Ev doz dozeke pir absurd e. Avêtina ser malan bi xwe jî kurdan wekî yên dera han nîşan dide. Li giravê bi awayekî zêde nîjadperestî heye. Tenê ne ji bo kurdan, li hemberî kesên mêvn jî pêleke nîjadperestiyê heye. Ew kes dema muzîk guhdar kiriye nehatiye zevtkirin. Muzîk di USB'ê de hatine dîtin. Ev doz ji bo giravê rûreşî ye. Gumana min ew e ku li giravê dozên bi vî rengî zêde bibin. Teqez divê li hemberî vê rewşê bê derketin."
Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tirk a Qibrisê Denîz Duzgun jî, destnîşan kir ku di qanûnên Qibrisê de guhdarîkirina muzîka kurdî ne sûc e.
MA / Hamdullah Kesen