STENBOL - Mîmar Mucella Yapici, diyar kir ku Projeya Qenal Stenbol ku Serokkomar Erdogan ew tev li nav "Plana xwe ya çalakiyên 100 rojî" kir ne projeyeke çalak e û ji bo gotinên Erdogan ku gotibû "Stenbolê bi hesreta Projeya Qenal Stenbolê ye" jî wiha got: "Stenbol bi hesreta hewayeke paqij û qadek hêşîn e, ne bi hesreta Qenal Stenbolê ye."
Serokomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan çend roj berê li Beştepeyê bi navê "Plana çalakiyên 100 rojî" projeyên xwe daxuyandin. Di nav nêzî 400 projeyan de Prokeya Qenal Stenbolê jî heye. Serokoarm Erdogan daxuyandibû ku plana wan ew e ku li herdu kêlekên Qenal Stenbolê bajarekî bûtîk ava bikin û Stenbolê bi hesreta projeya Qenal Stenbolê ye.
Mîmar Mucella Yapici, projeya Qenal Stenbolê nirxand. Yapici pêşî behsa xetereyên ku dê Projeya Qenal Stenbol bi xwe re bîne kir û parast ku ev proje projeyeke derî aqilan e. Yapici dosyeya serlêdanê ya Nirxandina Kartêkirina Hawirdorê (ÇED) a ewil bi bîr xist û got: "Di dosyeyê de hat derpêşkirin ku dê avahiyên biqîmet û qadên dîrokî yên li herdu aliyên kendavê ji xeteray tankêrê bên parastin. Lê paşê me dît ku bi tu awayî behsa xetereyên din nayê kirin û ne xema wan e. Ji bo tankêran bi firehiya xwe 250 metre û bi kûrahiya xwe jî 25 metre dê qenala avê bê çêkirin û îdia dikin ku dê di vê qenalê de tankêrên herî mezin ên cîhanê bên sewqkirin. Lê paşê berevajî îdiaya xwe hûn radibin dibêjin em ê li her du aliyan bajaran ava bikin. Dema em li vî cihê ku dê ev tişt bê çêkirin dinerin; Marmara û Trakya ne. Ev herdu devere di erdnîgariya cîhanê de belkî deverên herî hesas in. Di warê ekolojiyê de jî deverên pir hesas in."
‘PROJEYEKE DERÎ AQILAN E'
Yapici, destnîşan kir ku xaleke din a girîng jî ew e ku dê li her du aliyên qenalên avê balafirgeha 3'yemîn bê çêkirin û got: "Tankêrên ku dê di qenalê re derbas bibin dê di kêleka balafirgehê re derbas bibin. Li rex van herdu talûkeyan hûn ê avahiyan bi cih bikin û hûn ji vê re dibêjin preoje. Her wiha ev yek li herêma erdhejiyê tê çêkirin. Ev yek ji zirarên ekolojîk wêdetir dê rê li ber karesatên pir mezin vebike. Yanî bi zanebûnî tu tiştên li hev nakin, yanî agir û barûdê tînin gel hev." Yapici, destnîşan kir ku ev proje projeyeke derî aqilan e û karekî pir bi talûke û xetere ye.
‘DÊ CÎHAN HENEKÊ XWE BI VÊ PROJEYÊ BIKE'
Her wiha Yapici bal kişand ser mînakên Qenala Panama û Suveyşê ku Serokomar Erdogan dabûn û destnîşan kir ku rewşa van qenalan û ya Qenal Stenbolê naşibin hevdu. Yapici got: "Jixwe li Tirkiyeyê du qenalên xwezayî ya Stenbol û Çanakkaleyê hene. Derfetên ên din tune ne. Dema Qenala Panama û Suveyşê hatin çêkirin pir hatin rexnekirin, lê bi rastî jî mudaxile li noqteyên rastîn hatin kirin. Û cîhanê destek da herdu projeyan. Li wir du tengavên we hene, lê tu rabî çend kîlometre dûrî wan qenalekê çêbikî dê dinya henekê xwe bi te bike."
‘STENBOL NE BI HESRETA VÊ PROJEYÊ YE, BI HESRETA...'
Herî dawî Yapici bal kişand ser gotina Erdogan ku gotibû "Stenbol bi hesreta Projeya Qenal Stenbolê ye" û got: "Stenbol bi hesreta hewayeke paqij, qadeke hêşîn, bi hesreta park û bajareke ku lê bikaribe bijî ye. Stenbolî bi hesreta Stenbola berê, bi hesreta Stenbola ku bikaribin li Buyukçekmeceyê, li Kuçukçekmeceyê têkevin behrê, bi hesreta masiyan, bi hesreta behrê ne... Ji bo çi dê bi hesreta vê projeyê be?"
MA / Bilal Seçkin