ENQERE – Karker Mahîr Kiliç ê ji aliyê Şaredariya CHP’ê ve ji kar hat derxistin û îro deh roj in li ber Navenda Giştî ya CHP’ê çalakiya rûniştinê li dar dixe, wiha got: “Ez ê kar bikim. Li gel ku min dibînin jî paşguh dikin.”
Karkerê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ya CHP’ê Mahîr Kiliç bi 258 karkerên hevalên xwe re bi hinceta ku doza kadroyê li şaredariyê vekir û ji karê xwe hat avêtin. Kiliç demeke dirêj ji bo vegere karê xwe çalaki greva birçîbûnê li dar xist. Beriya hilbijartinên 24’ê Hezîranê şaredariyê sozê girtina kar da Kiliç û Kiliç jî li ser vê yekê piştî 184 rojan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kir. Ji ber ku şaredariyê sozê xwe pêk nanî Kiliç piştî hilbijartinan dest bi çalakiya rûniştinê kir. Kiliç îro deh roj in jî çalakiya xwe li ber Navenda Giştî ya CHP’ê li dar dixe.
‘MIN PAŞGUH DIKIN’
Kiliç diyar kir ku heta niha ji CHP’ê kesî pê re hevdîtin pêk naniyê û wiha axivî: “Li gel ku min zanin jî min paşguh dikin. Bi ser protokola min û şaredariyê de 85 roj derbas bûn. Çalakiya min çalakiya kar, led û heysiyetê ye. Ji bo siyasetê ne li vir im. Derdekî min ê reşkirin CHP’ê tune ye. Daxwazin min ên maqûl hene. Heta ku ez kar û nanê xwe bigirim dê ez ê li vir bim. Min bi şertê ku ez ê li Şaredariya Karşiyakayê dest bi kar bikim çalakiya xwe greva birçîbûnê bi dawî kir. Li gel ku bi ser vê lihevkirina me de 85 roj derbas bû ez hê jî bê kar im.
‘KESEN TÊKOŞÎNA FLORMARÊ ZIYARET DIKIN TÊKOŞÎNA MIN PAŞGUH DIKIN’
Kiliç berteka xwe ya li hemberî rayedarên CHP’ê yên ku ew paşguh dikin jî wiha anî ziman: “Beriya çend rojan seroka rêxistina CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû serdana têkoşîna karkerên Flormarê ziyarete kir. Ev tiştek xweş û pêwîst e. Lê wê ji we neyê pirsîn ku hûn çima têkoşîna karkerê li ber Navenda Partiya xwe ziyaret nakin?” Kiliç diyar kir ku li bendê ye rayedarên CHP’ê pêngav biavêjin û got ku dê heta encam ji çalakiya xwe bigire dê çalakiya xwe bidomîne û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anîn: “Ez li vir im. Ez ê ji virê veneqetim. Ji ber ku gel im û mafdar im ez ê bi serbikevim. Ez ji bo karkirina paşeroja zarokên xwe li vir im.”
MA / Dîren Yûrtsever