* Mîmar Mucella Yapici, diyar kir ku Projeya Qenal Stenbol ku Serokomar Erdogan ew tev li nav "Plana xwe ya çalakiyên 100 rojî" kir ne projeyeke çak e û ji bo gotinên Erdogan ku gotibû "Stenbolê bi hesreta Projeya Qenal Stenbolê ye" got: "Stenbol bi hesreta hewayeke paqij û qadeke hêşîn e, ne bi hesreta Qenal Stenbolê ye."
* Karker Mahîr Kiliç ku ji aliye Şaredariya CHP’ê ve ji kar hatiye derxistin û îro deh roj in li ber Navenda Giştî ya CHP’ê çalakiya rûniştinê li dar dixe wiha got: “Ez ê kar bikim. Li gel ku min dibînin jî paşguh dikin.”
* Meclisa Ciwanan a HDP’ê dê di 11’ê mehê de li Qada Îstasyonê Şahiya Ciwanan li dar bixe. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag bang li ciwanan kir û got: “Em bi herikin Qada Îstasyonê."
* Li Rihayê fisteqvanan diyar kir ku îsal ji ber terez û baranê bereke baş bi dest nexistine û dewletê jî destekeke baş nedaye wan. Her wiha Fisteqavan got, ji ber krîza aborî jî zirara wan zêdetir çêbûye.
* Li Qibrisê kesê bi navm Mehmet Kûzûcû, ji ber di wesayîta xwe de stranên bi kurdî guhdar kir 3 rojan girtî ma. Endamê Konseya Yekîtiya Baroyên Tirk a Qibrisê Ahmet Saîd Sayin, anî ziman ku li Qibrisê qanûna "rêxistina terorî" tune ye û bal kişand rêgeza "sûcê bê qanûn nabe."
* Îtiraza ji bo biryara neşopandina lêpirsîna derbarê Ata Borçîn ê di qedexeyên derketina derve de li Cizîrê jiyana xwe ji desta da hat, redkirin. Ji bo biryara hat gotin "Ne mimkûne ku mirov ji rayedarên qedexe îlan kirin re bêje kêmasî kirin" serî li AYM'ê hat dayîn.
* 3'yemîn danişîna doza rojnameger Ziya Ataman ku di 11'ê Nîsana 2016'an de li Wanê hat girtin, dê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Şirnêxê bê dîtin. (09.30)
* ÎHD, ji bo balê bikişîne ser pêkanîna kincên yektîpî, dê bi dirûşmeya "Kincên Yek Tîpî Îşkenceye' li Qada Galatasarayê kom bibin û 6'emîn çalakiya xwe ya her meh li dar dixin, pêk bînin. (18.30)