COLEMÊRG - Li navenda Colemêrg, navçeyên wê Çelê, Şemzînan û Geverê 30 herêm wekî "Herêna Ewlehiya Taybet" hatin îlankirin û dê qedexe 14 rojan dewam bike.
Walîtiya Colemêrgê li navenda Celemêrgê, navçeyên wê Çelê, Şemzînan û Geverê 30 herêm wekî "Herêma Ewlehiya Taybet" îlan kir û dê qedexe 14 rojan dewam bike. Walîtiyê daxuyand ku dê qedexe ji 7'ê Tebaxa 2018'an saet di 00:00:01'ê de dest pê bike û dê heta 21'ê Tebaxa 2018'an saet 23:59:59'an dewam bike.