ÇEWLIG – Li Çewligê cerdevan Ahmet Nebî yê ji duh ve agahî jê nedihat girtin, cenazeyê wî hat dîtin.
Cerdevanê bi navê Ahmet Nebî yê ji gundê Sudugun ê bi ser bajoroka Sancaka Çewligê rûdinê ji aliyê kes ango kesên nasnameya wan ne diyar ve bi çekê hat kuştin. Li gorî gahiyên hatin bidestxistin, Nebî duh ji mala xwe derket û agahî jê nehat girtin. Malbata wî rewşê ji leşker û polîsan re ragihand. Xebata dîtina Nebî hat destpêkirin û cenazeyê wî di nava kewarên mêşên hingiv de hat dîtin.
Hat zanîn cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê.