RIHA – Li Rihayê kamyonek xîz barkirî li 4 wesayîtan qelibî û di bin xwe de perçiqand. Di qezayê de 5 kes birîndar bûn.
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê ya Rihayê bi îdiaya kamyonek xîz barkirî frênê wê negirtine, li 4 wesayîtan qelibî û wesayîtan bi erdê re kaş kir. Di qezaya pêk hat de 5 kes birîndar bûn. Birîndar ji aliyê komên agikujiyê ve bi zehmetî hatin derxistin. Birîndaran bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên cuda ên Rihayê.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.