HEWLÊR - Li Hewlêr depoyek din a çek û teqemeniyan teqiya. Ji sala par ve ev bû 5'emîn depoya çekan li Hewlêr diteqe.
Şevê din saet di 23:00’ê de li nêzî bajarokê Kanî Qirjale ya bi ser navçeya Xebat a Hewlêrê depoya çek û teqemeniyan teqiya. Heya niha sedema teqîna vê depoyê nahatiye zanîn.
Li gorî şahidên bûyerê agahî dan Ajansa RojNewsê, ev depo ya hêzên Piştîwanî 1 ên girêdayî hêzên pêşmergeyane.
Bajarokê Kanî Qirjale 8 kîlometir dikeve rojavayê bajarê Hewlêr û li ser rêya sereke ya Hewlêr û Xebat e.
Hêjay gotinê ye ku ev cara 5’emîn e depoya çek û teqemeniyan li Hewlêr agir digirê û diteqe. Di tebaxa 2017’ê de nêzî Balafirgeha Hewlêr depoyek çekan teqiya. Ev depo ya hêzên Zêrevaniyê bû. Her wiha li Hewlêr ji destpêka 2018’ê de depoyek din a çekan li ser Cadeya Newroz teqiya. Roja 3’ê Hezîrana 2018’ê li Behirkê ya Hewlêr depoyek din a çekan teqiya. Destpêka meha bihûrî li ser rêya Pîrmam û Hewlêr depoyek din a çekan teqiya.
Di 2’ê Hezîrana îsal de jî li Silêmaniyê jî depoyek çekan teqiya. Rojek piştî vê depoyek din a çekan li sînorê parêzgeha Dihokê teqiya.