NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Yekîtiya Matematîkvanên Navneteweyî daxuyand ku ew ê madalyek nû bidin Koçer Bîrkar ê madalya wî hatibû dizîn.
Li bajarê Rio de Janeiro yê Brezîlyayê Kongreya Matematîkvanê Navneteweyî hatibû lidarxistin. Madalya Fields ya ku wek zanista matematîkê ya Nobelê tê qebûlkirin dabûn Koçer Bîrkar ê kurdê Rojhilatê Kurdistanê. Bîrkar madalya û telefona xwe danîbû çenteyê xwe û hatibûn dizîkirin. Polîsên Rio de Jeneiro dest bi xebata dîtina çante kiribûn. Polîsan çente dîtin lê bes madalya û telefon nedîtibûn.
Komîteya Xelata Yekîtiya Matematîkvanên Navneteweyî têkildarî nedîtina madalyayê daxuyanî da û diyar kir ku ew ê madalyayek nû bide Koçer Bîrkar. Berdevkê Yekîtiyê daxuyanî da û got: “Wê ji heman madalyeyê ji bo Koçer Bîrkar bê dayîn. Beriya xelatê 5 madalya hatibûn amadekirin. 4 kesan madalya qezenc kir. Madalya 5’emîn mabû. Em ê vê madalya 5’emîn bidin Koçer Bîrkar.”