ÊLIH – Li navçeya Heskîfê ya Êlihê dest bi karê veguhestina Hemama Artuklu ya dîrokî hat kirin.
Li navçeya Hesîkê ya Êlihê hemû heyînên dîrokî ji ber Bendava Ilisûyê tên wêrankirin. Yek ji van heyînan jî Hemama Artuklu ya dîrokî ku giraniya wê ji 500 tonî pêk tê. Vê sibehê dest bi karê veguhestina Hemama Artuklu hat kirin. Hemamê li ser amûra “SPMT” a 256 tekeran tê veguhestin.
Hemamê dê bibin Qada Parka Çandinî ya Heskîfa Nû. Gelek rayedarên saziyên dewletê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û rojnameger veguhestinê hemamê dişopînin.
ÎDIAYA WALÎ
Waliyê Êlihê Ahmet Denîz parast ku di çarçoveya Bendava Ilisû û projeya HES’ê de xebatên veguhestina berheman ji cîhanê re mînakek bi qalîteyê û got: “Li gel van berhaman dê 6 berhemên din jî bên veguhezandin.”
Denîz îdia kir ku ew ê di wateyek rasteqîn de nasnameya dîrokî ya Heskîfê biparêzin.