RIHA - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan destnîşan kir ku li Îmraliyê pêkanîneke ji tecrîdê wirdetir heye û divê pêşî gelê kurd û bi giştî jî gelên Rojhilata Navîn hemû ji bo jiholêrakirina tecrîda li Îmraliyê bênavber bitêkoşin.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzer nikarin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinmê çêbikin û ji 11 Îlona 2016'an ve jî malbata wî nikare hevdîtinê pê re çêbike. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan şert û mercên tecrîdê nirxandin û got pergaleke ku ji tecrîdê wirdetir di dewrê de ye.
‘HINCETÊN TÊN NÎŞANDAN DERÎ RASTIYÊ NE'
Ocalan, diyar kir ku ew du hefteyan carekê bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin û heta niha daxwazên wan ên ji bo serlêdanê bi tu awayî nehatine bersivandin. Ocalan, destnîşan kir ku hincetên tên derpêşkirin derî rastiyê ne. Ocalan, anî ziman ku di pergala Îmraliyê de pergaleke ji tecrîdê wirdetir di dewrê de ye û got: "Li Îmraliyê pêkanînên ku ji şert û mercên tecrîdê wirdetir hene. Ev rewş bi tu awayî nayê qebûlkirin û divê pêşî gelê kurd û bi giştî jî gelên Rojhilata Navîn hemû ji bo jiholêrakirina tecrîda li Îmraliyê bênavber bitêkoşin."
‘EM DIXWAZIN MAFÊN XWE YÊN DEMOKRATÎK BI KAR BÎNIN'
Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku mafê wan ê herî demokratîk û qanûnî ye ku bi Ocalan re hevdîtinê çêbikin û ew dixwazin vî mafê xwe bi kar bînin. Ocalan, bilêv kir ku Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye û pêşî ji bo gelê kurd û bi giştî jî ji bo gelên Rojhilata Navîn hemûyan xwedî girîngiyeke mezin e û divê dewlet vê yekê baş bizanibe û deriyên Îmraliyê vebike. Ocalan, diyar kir ku du sal in hayê wan ji rewşa tenduristiya Ocalan tune ye û ev yek şik û gumanên wan zêdetir dike.
‘BILA RÊ JI BO HEVDÎTINÊ BÊN VEKIRIN'
Ocalan, diyar kir ku li Rojhilata Navîn gelek pirsgirêk hene û ji van pirsgirêkan a herî girîng jî pirsgirêka kurd e û got: "Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê eger dilê hêzên serdest hebe, nexwe divê rêyên hevdîtinê ya bi Ocalan re bên vekirin. Tenê Ocalan dikare vê pirsgirêkê çareser bike. Ji bo Ocalan rola xwe bilîze, divê şert û merc bên başkirin."
‘DILÊ KURDA LI ÎMRALIYÊ YE'
Ocalan, destnîşan kir ku guh, çav û dilê gelê kurd li Îmraliyê ye û got: "Çav, guh û dilê gelê kurd li Îmraliyê ye. Êdî gel li benda gotineke li wir in. Her diçe ev hêviya gel jî tune dibe. Tunebûyîna hêviya gel tê wateya ku Tirkiye û Rojhilata Navîn ber bi rêyeke ku vegera wê tune ye diçin."
‘DIBE KU SIBÊ DERNEG BE'
Ocalan, destnîşan kir ku divê siyasetmedarên kurd û gelê kurd ji bo jiholêrakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awayekî zêde tev bigerin û divê siyasetmedar bêtir siyaseta xwe têkildarî tecrîda li Îmraliyê bikin. Ocalan, bilêv kir ku bi tu awayî nayê qebûlkirin ku Ocalan derî rojevê bê hiştin û got: "Divê gelê kurd demildest rabe ser piya. Eger ev yek îro çênebe dê sibê pir bi dernegî bikeve. Em kor, ker û lal kirin. Divê ev yek neyê qebûlkirin. Bixwe ji bo vê yekê bedêl çi dibe bila bibe amade me ku bidim. Divê tu kes ji bedêldayînê netirse û heta tecrîda li Îmraliyê ji holêr anebe divê bênavber têkoşîn hebe."
MA / Erdogan Alayumat