ÎZMÎR - Bahriye Haydar ku ji Heleba Sûriyeyê berê xwe da Kilîsê û ji wir jî bi hêviya ku karekî bibîne berê xwe da Stenbolê û ji wir jî berê xwe da Îzmîrê, ji bo debara zarokên xwe bike dest bi xurdekariyê kir, lê belê ji ber vî karî nexweşîna pençeşêra pêsîran lê peyda bû.
Li semta Basmane ya navçeya Konak a Îzmîrê Bahriye Haydar a penaber ji ber di şert û mercên nebaş de dijî nexweşîna pençeşêra pêsîran lê peyda bû. Haydar a 49 salî û zewicandî, 4 sal berê ji bajarê Helebê yê Sûriyeyê hat Tirkiyeyê. Ewilî li Kilîsê bi cih bû û ji ber betaliyê berê xwe da Stenbolê û ji wir jî berê xwe da Îzmîrê. Haydar, bilêv kir ku bi hêviya ku karekî bibînin hatine Îzmîrê. Haydar li Îzmîrê xurdekariyê dike.
NE YEK E NE DUDO YE
Haydar, anî ziman ku pereyên ku di şert û mercên zehmet de qezenc dikin têra wan naka û got: "Du kurê mun li Stenbolê dixebitîn. Zewicandî ne û zarokên wan hene. Pereyên ku qezenc dikirin têra wan nedikir. Ji ber vê em jî li Stenbolê bi cih bûn. Kurekî min di nav artêşa Esad de ma. Bûka min û zarokên wî li cem min in. Li Helebê gelek tişt hatin serê me. 3 zarokên birayê min di şer de mirin. 5 zarokên gorima min hebûn, hemûyan şerjêkirin. Gelek widnahiyên me çêbûn. Ne yek ne dudo. Nemaze jî jin dikuştin. Herkes ketibû etra canê xwe. Zar û zêç perîşan bûn. Cesedên wan li erdê man. Li ber çavê me mirov dimirin. Ne me dikaribû xwarinê bixwe ne jî razê. Tu hizûr ji me re nemabû. Tecawuzî keçan dikirin, direvandin û bi saetan gule di ser serê me re dibariyan."
JI BER BÊHNA GENÎ Û PÎSÎTIYÊ PENÇEŞÊR LÊ PEYDA BÛ
Haydar, da zanîn ku ew her sibeh saet di 06:30'an de dest bi kar dikin û got: "Me 20-30 lîre qezenc dikir. Ancax mesrefa me ya rojekê derdiket. Em heqê kirê, av û ceryanê didin. Her wiha têra xwe jî heqê zexîre didin. Carinan hevjînê min nikaribû biçe. Ez û kurê xwe yê biçûk li ser çopand digeriyan û me qarton û hesin top dikirin. Bi tena serê xwe min erebokeke mezin dikişand. Paşê nerihet bûm. Çend caran ji min re gotin biçe nexweşxaneyê. Lê ji ber ku mecbûr bûm bixebitim min tim taloq dikir. Paşê nexweşîna min giran bû. Em çûn nexweşxaneyê. Li wir hîn bûm ku ji ber bêhan genî, pîsîtiyê nexweşîna pençeşêra pêsîran li min peyda bûye. Alîkariya me nakin, dewlet meaş nade. Ji bo meşa me serî lê da, lê bertal kirin. Em li pênc kesan dinerin. 5 meh e pençeşêr li min peyda bûye. Xweşikî nikarim tedawî bibim. Hebek tenê 2 milyar e. Me nekirî."
Haydar, anî ziman ku ji bo tedawî bibe divê heqê dermanan bê dayîn û got: "Niha porê min jî diweşe. Divê ez dermanên hîn girantir bixwim. Paşê divê emeliyat bibim. Divê hefteya bê jî tedawî bibim. Gelekî diêşim. Ji ber êşa pêsîra xwe nikarim rakevim. Min j, tim paşguh kir û min got tiştek nabe û xebitîm. Mecbûr im bixebitim, lê her ku xebitîm nexweşîn jî girantir bû."
MA / Ayşe Surme – Nîmet Olmez