STENBOL – Malbatên Karkerên li Adaletê Digerin ji bo hemû berpirsyar bi awayekî bandor bên darazandin û hin cînayetên din çenebin, li Qada Galatasaray cara 74’an daxwaza adaletê kirin.
Malbatên Karkerên li Adaletê Digerin ku yekşema ewil a her mehî çalakiya “Nobeta Adalet û Wijdanê” lidar dixin, li Qada Galatasaray cara 74’an daxwaza adaletê kirin. Çalakgeran di çalakiyê de wêneyên karkerên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane hildan, pankarta li ser “74’emîn Nobeta Adaletê” nivîsandî vekirin û dovîzên “Dema em dixebitin naxwazin bimirin” , “Ne qeza û qeder e cînayet e” , “Bila hemû berpirsyar bên darazandin” bilind kirin.
‘HEZAR Û 103 KARKERAN JİYANA XWE JI DEST DAYE’
Daxuniyê Îdrîs Çûbûk ê ku hevjîna wî di encama qezeya li Dawûtpaşayê pêk hat de jiyana xwe ji dest da xwend. Çûbûk diyar kir ku ji bo hin cînayetên din pêk neyên divê hemû berpirsyar bi awayekî bi bandorê bên darazandin û wiha got: “Li gorî daneyên rapora Meclisa Tendirustiya Karker û Ewlehiya Kar di çileyê de 144, di sibatê de 128, di adarê de 129, di nîsanê de 188, di gulanê de 169, di hezîranê de 150, di tîrmehê de 195 û heta niha bi giştî di 2018’an de hezar û 103 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Ev hejmar tenê yên ku di çapemeniyê de hatine weşandin in.”
‘BILA ROJA BÎRANÎN Û ŞÎNÊ BÊ ÎLANKIRIN’
Çûbûk destnîşan kir ku di rawestandin cînayetên karkeran de darazandin û cezakirina berpirsyaran girîng e û ev tişt anîn ziman: “Divê êdî rêveberên cemaweriyê yên ku berpirsyariyên wan di cînayetên karkeran de hene, neyên parastinê. Em karkerên ku êş dikişînin ji bo karkerên mayî daxwaz dikin ku weke li hemû cîhanê roja 18’ê Nîsanê li Tirkiyeyê jî ji bo karkerên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane wek Roja Şîn û Bîranînê bê îlankirin. Kampanya me ya îmzeyan a ji bo vê yekê didome.”