COLEMERG – Gundiyên ku berî herkesî gihaştin cihê bûyera teqîna ku di encamê de bitikek û dayika wê jiyana xwe ji dest dabûn û bitik bi birîndarî rakiribûn nexweşxaneyê parastin ku teqîn ji ber tûpê LPG’ê yê di baxaja wesayîtê de pêk hatiye. Gundiyan got ku dema bitikê bi birîndarî birine nexweşxaneyê polîsan girtek negirtiye.
Di ser teqîna li navçeya Geverê ya Colemergê ku di encamê de hevjîna binefserê baregeha leşkerî ya herêmê Nûrcan Karakaya ve bitika wê Mûstafa Bedirhan jiyana xwe ji dest da re 4 roj derbas bûn. Li gel ku bi ser bûyerê re 4 roj derbas bûye jî ji aliyê rayedarên dewletê ve têkildarî hûrgiliyên teqînê heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn.
Gundiyên ku roja teqînê ewil wan xwe gihand cihê bûyerê axivîn û angaştên balkêş anîn ziman. Gundiyan diyar kir ku dema çûne cihê bûyerê tenê Nûrcan Karakaya jiyana xwe ji dest dabûye û bitika wê Mûstafa Bedirhan jî bi derfetên xwe bi birîndarî rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Gundiyan angaşt kir ku dema bitikê bi birîndarî birine nexweşxaneyê polîsan serî li îfadeyê wan dayê, lê îfadeyê wan derbasî girtekan nekirine.
GAZÎ AMBÛLANSÊ NEKIRINE
Gundiya her wiha detnîşan kir ku piştî ku bi ser bûyerê re saetek û nîv derbas bûye leşker hatine cihê bûyerê. Gundiyar nûçeyên ku ambûlans çûne cihê bûyerê jî derewand û angaştkirin ku leşkeran gazî ambûlansan nekiriye û ji ber vê yekê tu ambûlans nehatine cihê bûyerê. Gundiyan her wiha got dibe ku ji ber mudaxaleya dereng bitikê jiyana xwe ji dest dabe.
‘ÇAL TUNE BÛ Û BAXAJA WESAYÎTÊ PERÇE PERÇE BÛBÛ’
Gundî û cerdevanên herêmê tev di parêzin ku teqîn ne ji ber teqemeniya ku bi destan hatiye çêkirin, ji ber teqîna tûpê LPG ê di baxaja wesayîtê de pêk hatiye û dema çûne cihê bûyerê rastî çala ji ber teqînê çidibe nehatine. Gundiyan destnîşan kir ku dema bitikê ji wesayîtê derxistine dîtine ku baxaja wesayîtê perçe perçe bûye. Gundiyan her wiha angaşt kir ku beriya teqînê Karakaya hatiye gundê wan û wê demê hîn kirine ku wesayîta Karakaya bi LPG’ê dixebite. Di wêneyên ku bi çapemeniyê re hatine parvekirin de jî çal xuyan nake û ji ber vê yekê wêne van angaştên gundiyan piştrast dikin.
‘DERBARÊ BÛYERÊ PIRSEK NEKIRIN’
Her 18 gundiyên ku piştî teqînê hatine binçavkirin û paşê hatin berdan jî diyar kirin ku di bin çavan de têkildarî bûyer qet pirs ji wan nehatine kirine. Gundiyan bi lêv kir dê ji ber ku daxuyaniya walî bê tekzîpkirin nayê ragihandin ku teqîn ji ber tûpê LPG ê di baxaja wesayîtê de pêk hatiye. Herî dawî gundiyan bertek nîşanî penasekirina çapemeniya hawiz a ‘kujerên bitika’ da û got ku naxwazin bi ser wan de gelê Geverê wek ‘kujerên bitika’ bê penasekirin.