EDENE - Li Edeneyê, polîsan bi hinceta “propagandeya rêxistinê kirin” bi ser daweta li ber stranên Kurdî guvend digerandin de girtin û hûnermend Mecît Ozlu yê stranên Kurdî digotin binçav kirin.
Li Cadeya Bazara Çarmeşê ya taxa Barbaros a navçeya Seyhan a Edeneyê, polîsan şevê din bi ser dawetekê de girtin û hinceta serdegirtinê stranên Kurdî nîşandan û îdîa kirin ku “Propagandeya rêxistinê dike.”
Polîs di serdegirtinê de bi ser hûnermendê stranên Kurd digotin Mecît Ozlu de meşiyan, heqaret lê kirin, mikrofon ji dest wî girtin û avêtin erdê. Polîsan xwest Ozlu derp bikin, lê welatiyên di dawetê de polîs asteng kirin. Polîsan dûre Ozlu binçav kirin û birin Midûryeta Polîsan a Edeneyê.
Hat diyar kirin ku derbarê Ozlu de bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” muamele hatiye kirin û hîna jî Ozlu li Midûryeta Polîsan tê girtin.