ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2017'AN

* Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi vîna siyasî pêk tê û wiha got: "Tecrîd bi fermanên siyasî tê bi rêvebirin û ev rêbazeke cezakirinê ye. Li gorî hiqûqa navxweyî û navneteweyî îşkence ye. Ev kesên îşkenceyê dikin dê dereng an zû bên darizandin."
 
* Dayika Mehmet Şirîn Mutlu yê di bin çavan de hat windakirin, Sabriye Can û xwûşka wî Perîhan Maltu li Qada Galatasarayê, xwûşka wî ya din Altun Bîçîcî li Êlihê birayê xwe digere. Perîhan Maltu got ku "Ez her cara ku diçim Galatasarayê wekî ku çûbim gel Mehmet Şirîn û hatibim."
 
* Li warê Feqiyê Teyran Miksê, gûzên ku mêr ji daran dadiweşînin, jin berhev dikin. 
 
*Rojnameger Metin Yoksu ku tevî 3 rojanamegerên girtî ku ji ber e-maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ku ji aliyê RedHackê ve hatibûn bidestxistin û weşandin tê darizandin wiha got: “Ya ku dê rojnamegeran ji girtîgehê derxîne piştevanî ye û ji ber vê divê em piştevaniyê xurt bikin.” 
 
*Li bajaroka Komirê ku ji 96 ocaxên mermeran ku ji bo wan ruhset hat dayîn 24 jê çalak in û giyanewerên li xwezayê yeko yeko tune dikin, çavkaniyên avê zuha dikin û her wiha ava vexwarinê jî nehiştin. 
 
*Welatiyê bi navê Nîzamettîn Dogan ku ji ajokariya serewîsê teqewît bû, dema dît ku debara wî nabe carek din berê xwe da ser dîroksiyonê. Dogan berê digot “Heke ez teqewît bibim ez ê baxçeyê kulîlkan vekim”, niha jî dixwaze wê xeyala xwe li şaneşîna xwe pêk bîne. 
 
*Li Mêrdînê, F.B. parast ku ji ber wî sîxurtiya lê hatiye ferzkirin qebûl nekiriye hatiye derbkirin û wî giliyê polîsan kiriye. F.B. anî ziman ku piştî ew hatiye berdan gef lê hatine xwarin û ji ber ku tirsiyaye wî giliya xwe bi paş ve kişandiye, lê belê vê carê jî polîsan giliyê wî kir. Li ser vê F.B. rapora derbkirinê wergirt û serî li ÎHD’ê da. 
 
*Berdevka Jinan a Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê Rozerin Çatak, diyar kir ku jin li dijî KHK’ê bi hêza xwe ya xweser di ber xwe didin. 
 
*Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Bijîşk Şeyhmus Gokalp, polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên sepandin nirxandin. Gokalp, diyar kir ku tecrîda giran ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê sepandin, bandorê li ser civakê jî dike û li ser tenduristiya mirov û civakê rewşên zaf neyînî dide der. 
 
*Jinan bertek nîşanî qanûna ku erka mahrbirînê dide miftitiyan û li meclisê de hat erêkirin, dan. Jinan diyar kir ku dê li dijî pêşnûmeyê paşve gav navêjin.  
 
* Masîvanên Mêrsînê, diyar kirin ku masiyên ku ew bi kedek mezin neçîr dikin, pere nake, lê bazirganên ku masiyan ji wan distînin bi pereyekî mezin difiroşin. Masîvan Ali Yeşilova, diyar kir ku di nava şert û mercên giran de masî tên komkirin, lê nayê firotin û bazirgan pereyekî zêde bi dest dixin. 
 
*Yek ji mexdûrên Girtîgeha Tîpa M a Pozantiyê Ersin Okur ku mehek berê dîsa hatibû girtin, li Girtîgeha Tarsûsê hat îşkencekirin. Parêzerê Okur, Mehmet Altuntaş anî ziman ku gardiyanan êrîşî muwekîlê wî kiriye û jê re wiha gotine: “Tu li pozantiyê jî nebûyî zilam, lê em ê te li vir bikin zilam.” 
 
* Rûniştina doza Parlamenterên HDP'ê Îdris Baluken, Çaglar Demirel û Îmam Taşçıer dê li 12'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê bê dîtin (09.30)
 
* Heyeta ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay jî di navde dê malbatên karkerên di Kana komirê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret bike. (11.00)  
 
* Rêxistina ESP'ê ya Îzmirê dê tekildarî 12 parêzer, endam û rêveberên ESP û ETHA'yê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)
 
* Rêveberiya Baroya Amedê, dê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de hat qetilkirin li ber Edliyeya Amedê bibîr bînin. (13.00)
 
* Rûniştina doza Rojnameger Tugrul Eryilmaz ku tev li nobeta Gerînengeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundem bû dê li 22'emîn Dadgeha Cezayê Girtî Stenbolê bê dîtin. (14.00)

Sernavên din

22/10/2017
09:27 Tevî 7 zarokên xwe li dijî rûxandinê di ber xwe dide
09:26 Endamên KÎD'ê: Azadî bi yekîtiya neteweyî pêkan e
09:25 Kekê Kemal Kurkut: Sûc heye, lê daraz tune
09:23 Welatiyên ereb bi piştgiriyê çandê diparêzin
09:23 Qereqolê welatî bê av hiştin
09:00 ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2017'AN
21/10/2017
21:24 Maşîna polîsan Feleka 7 salî qetil kir
21:23 Wê Rûsya û Iraq der barê rewşa li Kurdistana Federe de hevdîtinê çê bikin
21:09 3 rojnameger hatin berdan
20:57 Bafil Talabanî: Bila der barê pêkanînên li Kerkûkê de lêpirsîn bên destpêkirin
20:44 Beştaş: Dawiya dawî wê deriyê Îmraliyê vebin
18:13 TJA: Ger ku deriyê Îmraliyê bê vekirin dê bêhna gel derkeve
17:58 Leşkeran li Farqînê 9 gundî binçav kirin
17:09 HDP’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan giştînameyek belav kir
16:33 Xizmên windayan: Zû tecrîdê bi dawî bikin
16:31 Li Kayseriyê êrîşê Îhsan Elîaçik kirin
16:12 'Em dê nivîsandinê berdewam bikin'
15:57 Wekîlên HDP’ê Gundê Amara ziyaret kirin
15:56 ‘Leşkeran kesên binçav kirin, 22 sal e agahî ji wan nayê girtin’
15:39 Polîsan li Kolana Yukselê 7 kes binçav kirin
15:30 Li Amedê gotûbêja ‘Nivîskar Seherê dixwînin’
15:13 NÇM'ê bernameya Mihrîcana Çand û Hunere aşkere kir: Dê bibe bêhn
15:04 'Girtiyê nexweş Donmez berdin'
14:56 'Ocalan xeta kurdan a sor e'
14:30 Meşa 'Edalet, kar û qut' di roja duyemîn de ye
14:22 Dayikên Şemiyê: Tenê bila kefen û gorên wan hebin
14:16 Rêxistinên Rojnamegeran: Bila rojnameger bên berdan
13:52 Ji bo Ocalan dadikevin qada Khalkedonê
11:39 Maşîneyên zirxî di salekê de 20 kes qetil kirin
11:33 Gotin miriye lê li nexweşxaneyê tê dermankirin
11:32 Qedexeya li 4 navçeyên Amedê hat rakirin
11:32 Jina ciwan bi daliqandî hat dîtin
11:11 ‘Li şûna rojnamegeran divê Berat Albayrak bê darizandin’
11:07 Rojnameger Çelîkkan hat berdan
11:07 Karkerekê Sûriyeyî jiyana xwe ji dest da
11:06 Rapora MÎT'ê: Lîce dê ji hewa ve bê bombekirin
10:51 Hem rîçalê difiroşe, hem jî peyam dide!
10:49 Yekîneya sivîl a di operasyona Farqînê de sivîlan dike hedef
10:26 Kujer kêlî bi kêlî hatine qeydkirin, lê dîsa jî serbest in
09:28 ÎHD û TTB: Heta niha karker çawa li vir xebitîn?
09:27 Bi têkoşînê nêrîna li dijî jinê guhert
09:25 Bav: Yên kujer berdan dê wî beraet jî bikin
09:24 Gav paş ve neavêt û karê xwe ava kir
09:24 Jiyana komunî ya li girtîgehê, li derve jî didomîne
09:23 Li hemberî tecrîda li Îmraliyê ji bo ‘xerakirina biryarê’ serî li wezaretê dan
09:22 47 sal in wêneyên ‘dînên’ bajêr dikişine
09:21 Keskîn: Tecrîda li Îmraliyê tu carî qasî niha giran nebûye'
09:16 Buldan: Tirkiye dê bi rakirina tecrîdê ji aloziyê rizgar bibe
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2017'AN
20/10/2017
18:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya rojnamegerên hatin binçavkirin
18:11 Di pêşangeha ku ji aliyê qeyûm hat vekirin de, cih nedan weşanxaneyên kurdî!
17:56 Hevserokên HDP’ê yê Antalyayê tehliye bûn
16:54 ÇGD: Ev zext dê li we vegerin
16:32 Hevşaredarê Bêgirê Tunç nehat berdan
15:29 ‘Ji bo ronîkirina cînayeta Elçî dê israra me bidome’
15:24 'Serkeftina Jinan a li Reqqa hêz da me'
14:56 Parlamenterên HDP'î beşdarî dozê nebûn
14:55 9 kes li Kolana Yukselê binçav kirin
14:50 QSD: Em Reqayê radestî Meclîsa Sivîl dikin
14:13 Prz. Denîz Yildirim bi biryara navberê hat berdan
14:12 Kesên têkildarî hezanê hatin binçavkirin hatin berdan
14:11 'Divê hevalên me rojnameger zû bên berdan’
13:56 Walîyê Mêrdînê her cure şahî û çalakî qedexe kir
13:54 Divê dozger der barê îdiayên înfazê de agahî bide
13:30 Li meclîsê ji bo Ocalan bang li CPT'ê kir: Nebin şirîkê sûc
13:17 Polîsan 7 HDP'î binçav kirin
13:14 HDP’ê malbatên di kana komirê de xizmên xwe winda kirin, ziyaret kir
12:53 Li Stenbolê jinek bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:44 ÎHD: Bila Osman Kavala serbest bê berdan
12:42 Herêma Federal a Kurdistanê sedî 35 piçûk bû
12:41 Gelo dê ji malbatan re çi bibêjin?
11:55 Artêşa Iraqê dest danî ser Pirde
11:23 Malbata Ocalan xwest biçin Îmraliyê
10:23 Dayik li Stenbolê, xwûşk li Êlihê li Mehmet digerin
09:53 5 rojnameger li Enqerê hatin binçavkirin
09:49 Masîvanên Mêrsînê: Em cefayê bazirgan jîsefayê dibînin
09:26 ‘Tu li Pozantiyê nebûyî zilam, lê em ê te li Tarsûsê bikin zilam’
09:25 Beştaş: Kesên ku Ocalan tecrîd dikin dê bên darizandin
09:24 'Heya qanûnê bi paşve nekêşin, em ê têbikoşin'
09:23 Hem derbkirin hem jî gilî kirin
09:21 ‘Jin li dijî KHK’ê li ber xwe didin'
09:20 Teqewîtbûnê wî têr nekir carek din dest bi kar kir
09:19 ‘Ya ku wê rojnamegeran ji girtîgehê derxîne piştevanî ye’
09:17 Ocaxên mermeran Komir wêran kir
09:16 Li warê Feqiyê Teyran dema gûzan
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2017'AN
19/10/2017
18:30 Cenazeyê Keskîn hat wergirtin, lê agahî ji Şaşar nayên wergirtin
17:34 Şaban Dişli yê AKP'î ji peywira xwe îstifa kir
17:08 'Divê em li dijî qanûnên jinan dixin hedef rêxistinê xurt bikin’
17:00 Li girtîgehan ji bo Ocalan çalakî dest pê dikin
16:59 Serlêdana parêzeran a cara 697’emîn hat redkirin
16:47 Dema binçavkirina Osman Kavala hat dirêjkirin
16:36 Jinên girtî tecrîd şermezar kir
16:32 Malbata Zafer Ceyhan serlêdan sûc kir
16:29 HPG’ê der barê bûyera Mûglayê de daxuyanî da
15:46 Bîrdariya Komkujiya Miran hat rûxandin
15:46 Hevserokê DBP'ê Arslan: Yek gotina Ocalan bes e
15:29 Xebatkrên Van TV beraet kirin
15:10 Li Pîra Sîsê îşkence kirin
14:44 Xwestin Meclis li Îmraliyê lêkolînê pêk bîne