ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2017'AN 2017-10-20 09:00:34   * Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi vîna siyasî pêk tê û wiha got: "Tecrîd bi fermanên siyasî tê bi rêvebirin û ev rêbazeke cezakirinê ye. Li gorî hiqûqa navxweyî û navneteweyî îşkence ye. Ev kesên îşkenceyê dikin dê dereng an zû bên darizandin."   * Dayika Mehmet Şirîn Mutlu yê di bin çavan de hat windakirin, Sabriye Can û xwûşka wî Perîhan Maltu li Qada Galatasarayê, xwûşka wî ya din Altun Bîçîcî li Êlihê birayê xwe digere. Perîhan Maltu got ku "Ez her cara ku diçim Galatasarayê wekî ku çûbim gel Mehmet Şirîn û hatibim."   * Li warê Feqiyê Teyran Miksê, gûzên ku mêr ji daran dadiweşînin, jin berhev dikin.    *Rojnameger Metin Yoksu ku tevî 3 rojanamegerên girtî ku ji ber e-maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ku ji aliyê RedHackê ve hatibûn bidestxistin û weşandin tê darizandin wiha got: “Ya ku dê rojnamegeran ji girtîgehê derxîne piştevanî ye û ji ber vê divê em piştevaniyê xurt bikin.”    *Li bajaroka Komirê ku ji 96 ocaxên mermeran ku ji bo wan ruhset hat dayîn 24 jê çalak in û giyanewerên li xwezayê yeko yeko tune dikin, çavkaniyên avê zuha dikin û her wiha ava vexwarinê jî nehiştin.    *Welatiyê bi navê Nîzamettîn Dogan ku ji ajokariya serewîsê teqewît bû, dema dît ku debara wî nabe carek din berê xwe da ser dîroksiyonê. Dogan berê digot “Heke ez teqewît bibim ez ê baxçeyê kulîlkan vekim”, niha jî dixwaze wê xeyala xwe li şaneşîna xwe pêk bîne.    *Li Mêrdînê, F.B. parast ku ji ber wî sîxurtiya lê hatiye ferzkirin qebûl nekiriye hatiye derbkirin û wî giliyê polîsan kiriye. F.B. anî ziman ku piştî ew hatiye berdan gef lê hatine xwarin û ji ber ku tirsiyaye wî giliya xwe bi paş ve kişandiye, lê belê vê carê jî polîsan giliyê wî kir. Li ser vê F.B. rapora derbkirinê wergirt û serî li ÎHD’ê da.    *Berdevka Jinan a Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê Rozerin Çatak, diyar kir ku jin li dijî KHK’ê bi hêza xwe ya xweser di ber xwe didin.    *Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Bijîşk Şeyhmus Gokalp, polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehên Tirkiyeyê tên sepandin nirxandin. Gokalp, diyar kir ku tecrîda giran ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê sepandin, bandorê li ser civakê jî dike û li ser tenduristiya mirov û civakê rewşên zaf neyînî dide der.    *Jinan bertek nîşanî qanûna ku erka mahrbirînê dide miftitiyan û li meclisê de hat erêkirin, dan. Jinan diyar kir ku dê li dijî pêşnûmeyê paşve gav navêjin.     * Masîvanên Mêrsînê, diyar kirin ku masiyên ku ew bi kedek mezin neçîr dikin, pere nake, lê bazirganên ku masiyan ji wan distînin bi pereyekî mezin difiroşin. Masîvan Ali Yeşilova, diyar kir ku di nava şert û mercên giran de masî tên komkirin, lê nayê firotin û bazirgan pereyekî zêde bi dest dixin.    *Yek ji mexdûrên Girtîgeha Tîpa M a Pozantiyê Ersin Okur ku mehek berê dîsa hatibû girtin, li Girtîgeha Tarsûsê hat îşkencekirin. Parêzerê Okur, Mehmet Altuntaş anî ziman ku gardiyanan êrîşî muwekîlê wî kiriye û jê re wiha gotine: “Tu li pozantiyê jî nebûyî zilam, lê em ê te li vir bikin zilam.”    * Rûniştina doza Parlamenterên HDP'ê Îdris Baluken, Çaglar Demirel û Îmam Taşçıer dê li 12'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê bê dîtin (09.30)   * Heyeta ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay jî di navde dê malbatên karkerên di Kana komirê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret bike. (11.00)     * Rêxistina ESP'ê ya Îzmirê dê tekildarî 12 parêzer, endam û rêveberên ESP û ETHA'yê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)   * Rêveberiya Baroya Amedê, dê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de hat qetilkirin li ber Edliyeya Amedê bibîr bînin. (13.00)   * Rûniştina doza Rojnameger Tugrul Eryilmaz ku tev li nobeta Gerînengeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundem bû dê li 22'emîn Dadgeha Cezayê Girtî Stenbolê bê dîtin. (14.00)