RIHA – Li ser rêya Riha û Semsûrê otomobîlek û qamyonet li hev qelibîn. Di encama qezayê de kesek jiyana xwe ji dest da û yek jî giran bi giştî 9 kes jî birîndar bûn.
Li herêma bendavê yê navçeya Hewag a Rihayê li ser rêya Riha û Semsûrê otomobîlek û qamyonet li hev qelibîn. Di qezayê de otomobîl pekiya şerîda rê ya li hember. Di encama qezayê de kesek jiyana xwe ji dest da û yek jî giran bi giştî 9 kes jî birîndar bûn. Destpêkê welatiyên ku çûn cihê bûyerê mudaxeleyî birîndaran kirin. Paşê birîndaran bi ambûlansên ku hatin cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyan.
Ji ber qezayê heta demekê rêya Riha û Semsûrê ji çûn û hatinê re hat girtin.