NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî Serokê Dewleta Venezûela Nîcolas Madûro dema ku di merasîma leşkerî ya li navenda paytext Caracas êrîşek bombeyî pêk hat. Di êrîşê de tişte bi Madûro nehat.
Li paytext Caracas, li dijî Serokê Dewleta Venezûela Nîcolas Madûro êrîşek bombeyî pêk hat. Di êrîşê de tiştek bi Madûro nehat û 7 leşker birîndar bûn.
Derbarê bûyerê de Wezîrê Ragihandinê Jorgî Rodrîguez daxuyanî da û wiha got: “Êrîş bi droneke ku tijî bombe lê hatibû barkirin, pêk hat. Di êrîşê de Madûro birîndar nebûye û 7 leşker birîndar bûne. Êrîş li dijî Serok Madûro pêk hatiye.”
Piştî êrîşê Madûro axaftina xwe ya di merasîma leşkerî de birî û ji qadê hat dûrxistin.