* Çetîn Arkaş û Nasrullah Kuran ên girtî ku wek sekreterya biribûn Îmraliyê, di 2015’an de sewqî Girtîgeha Jimara 9’an a Silîvriyê kiribûn. Hat zanîn ku hevdîtinên Arkaş û Kuran ên bi malbat û parêzerên re hemû hatine temaşekirin û qeyda deng hatiye girtin. Hat zanîn ku ji ber peyva “Ocalan” û “Îmrali” derbas bûn hevdîtin demildest hatin bidawîkirin.
* Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Omer Melîk bilêv kir ku polîtîkayên "Veguherîna Tenduristiyê" xebatkarên tenduristiyê hedef digirin û şideta ku tê kirin ji ber ku nayê cezakirin, hin derdor xwe dispêrên vê yekê û dibêjin "Em ê cezayê xwe bibirin."
* Seroka TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci der barê bûyerên revandinê de axivî û got: "Bi vî awayî dixwazin tirsê li hemû civakê belav bikin." Sekreteê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci jî got: "Divê lêpirsînên çalak bên destpêkirin."
* Endama MYK'ê ya HDP'ê Zubeyde Zumrut, destnîşan kir ku feraseta tekparêz, nîjadperest û zayendîparêz ya bi Pergala Hikûmetê ya Serokomariyê re tê avakirin welat ber bi xetereyê ve dibe. Zumrut, diyar kir ku li hemberî vê yekê divê pêşî komên jinan ên partiyên muxalif ên di parlementoyê de mil bidin milê hevdu û bitêkoşin.
* Esnafên li Emînonuya Mahmûtpaşayê, diyar kirin ku krîza aborî pişta wan şikandiye. Esnafên li Mahmaûtpaşayê diyar kirin ku bazirganiya wan girêdayî dolar e û ji sedî 80 kêm bûye û niha tekane hêviya wan Cejna Heciyan e.
* Hevjînê dengbêj Fadîl Cizîrî, Şirîn Ergul derbarê jiyana wî de axivî û got: "Di dema qedexeyên derketina derve de kurekê me jiyana xwe ji dest da. Fadîl awaza ku li ser wî çêkiribû, beyî ku bibêje jiyana xwe ji dest da. Hin caran dixwest bêje, lê dengê wî dibû asteng. Daxwaza xwe ya herî dawî pêk ne anî."
*Malbatên Karkeran ên li Edaletê Digerin, dê li Qada Galatasarayê çalakiya 74'emîn a "Nobeta Wijdan û Edaletê" a her roja Bazarê ya yemîn a mehê li dardixin, dê pêk bîn. (13.00)