STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 697'an de xwestin aqubeta Tolga Baykal Ceylan diyar bibe û gotin: "Tolga Baykal Ceylan li ku ye?"
Dayikên Şemiyê ji bo li aqubeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 697'an de li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Di çalakiyê de pankarta "Kujer diyar in, winda li ku ne?" hat vekirin. Dovizên ku wêneyên windayan li ser hat hilgirtin û ji ber ku qurnefîl di mezadê de nemabû vê carê qurnefîl danenîn ser pankartan. Di çalakiya vê hefteyê de li aqubeta Tolga Baykal Ceylan ê ku 14 sal berê ji mala xwe ji bo betlanê derket û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.
Di çalakiyê ewil Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu mafê axaftinê girt û bal kişand ser komkujiya 10'ê Cotmehê û got: "9 piyonan 101 carî muebeta giran girtin. Ji sînor heta Enqereyê rê li van kujeran vekirin."
'BILA BERPIRS PEYWÎRA XWE BI CIH BÎNIN'
Piştre dayika Tolga Baykal Ceylan ê windayî, Kadriye Ceylan mafê axaftinê girt û got: "Ez dayikek im ez bang dikim ku berpirs kujeran bibîne û ceza bike. Bila berpirs peywira xwe bi cih bînin. Berpirsên ku bu sedema windabûna Tolga hîn li ser Îktidarê ne u sûcên xwe vedişêrin. 14 sal in kujer tên parastin. Êdî bên însafê û kurê min bibînin."
'BINPÊKIRINA MAFAN ÊN GIRAN PÊK HATIN'
Di çalakiyê de daxuyaniya hefteyê li ser navê Komisyona Windayan a ÎHD'ê ji aliyê Meryem Bars hat xwendin. Bars da zanîn ku binpêkirina mafan ên giran pêk hatin û wiha got: "Ji ber ku kujer nayên cezakirin sûcên nû derdikevin holê. Divê îktidar dawî li polîtîkayên xwe yên bêcezakirinê bîne."
'SER DOSYEYÊ GIRTIN'
Bars çîroka Tolgayê 24 salî ku xwendekarê Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê bû wiha vegot: "Li Stenbolê teva dayika xwe dijiya. Di 7'ê Tebaxa 2004'an de ji bo betlaneyê çû Navçeya Îgneada ya Kirklareliyê. Di roja yekem de li dayika xwe geriya û got ku ew gihaştiye Îgneadayê. Di 10'ê Tebaxa 2004'an da agahiya wî û ya dayika wî ji hev qut bûn. Careke din ji Tolga agahî nehat girtin. Dayika Kadriye Ceylan serî li hemû meclîsan da û li lawê xwe geriya lê encamek erênî bi dest nexist. Di 2004'an de lêpirsîna ku Dozgeriya Demirkoyê destpê kiribû di sala 2006'an de biryar da ku 'pêdivî bi teqîbat (şopandinê) tune ye' û ser dosyeyê girt. Bi serîlêdana Kadriye Ceylan serî li Komeleya Mafên Mirovan hat dayin. Mijar li TBMM'yê jî hat vegotin. Di 9'ê Sibata 2011'an de li TBMM'ê komisyon hat avakirin."
'MALBAT KET NAV FIKARAN'
Bars anî ziman ku ji ber ku di rapora komisyonê de jî encamek erênî derneket holê malbat ket nav fikaran. Bars da zanîn ku hewldanên Kadriye Ceylan û ÎHD'ê vala derketin û got: "Nehat hînbûn ku çi hatiye serê Tolga Baykal Ceylan."
Bars herî dawî wiha got: "Em îro careke din bang li berpirsan dikin ku berpirsiyariya xwe bînin cih û li aqubeta Tolga Baykal Ceylan bipirsin. Bersivê bidin pirsa me ya Tolga Baykal Ceylan li ku ye?"