NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser medya civakî hat parvekirin ku ji 9 Polîsên Tevgera Taybet ku duh hatibû ragihandin di encama teqînekê de li Geverê birînda bûne, 2 jê wan jiyana xwe ji dest dane. Li gel vê yekê jî heta niha ji aliye walîtiyê û TSK’ê ve têkildarî mijarê tu daxuyanî nehatine dayîn.
Duh saetên berê êvarê li herêma Qotê Çobanpinar Meskan ê navçeya Geverê ya Colemergê dema derbasbûna maşîneyeke leşkerî ya zirxî teqîn pêk hat. Piştî teqînê gelek polîs û leşkerê sewqî herêmê hatin kirin. Polîsên birîndar ji cihê bûyerê bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Piştî teqînê Walîtiya Colermergê daxuyaniyek da û ragihand ku di encama teqînê de yek jê giran bi giştî 9 Polîsên Tevgera Taybet birîndar bûne û hejmareke zêde hêzên ewlehiyê şandine cihê bûyerê. Hat ragihandin ku ji van 9 polîsan 2 jê jiyana xwe ji dest da ne.
WÊNE Û NAVÊ WAN PARVE KIRIN
Di platforma medya civakî twitterê de hesabê bi navê “m.a.m.d @tonyuukuk” ku tê fêmkirin ew bixwe jî peywirdarekî ewlehiyê ye li ser hesabê xwe parve kir ku 2 polîsan jiyana xwe ji dest dane.
Heman hesab wêne û navê polîsên ku ragihand jiyana xwe ji dest dane jî parve kir. Li gorî parvekirina ku hatiye kirin polîsên bi navê Alî Dogan û Recep Emre Yilmaz jiyana xwe ji dest dane.
Parvekirineke nêzî parvekirina hesabê bi navê “m.a.m.d @tonyuukuk” ji aliyê hesabê bi navê "Yeşil Bereliler Pöh@davamizvatanPOH" jî hat kirin. Di vê parvekirinê de jî wêneyên van polîsan hat parvekirin.
Li gel vê yekê jî heta niha ne ji aliyê Walîtiya Colemergê û ne jî ji aliyê TSK’ê ve tu daxuyanî nehatine dayîn.