WAN – Ji 40 kesên ku di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê ve dihat kirin de hatibûn binçavkirin, 20 kes bi hinceta ‘Piştgiriya rêxistinê’ kirine hatin girtin.
Beriya 4 rojan li navçeya Erdîşê ya Wanê polîsan bi ser malan de girtibûn û bi angaşta ku ‘piştgiriya rêxistinê’ kirine 40 kesî binçav kiribûn. Piştî binçavkirina 3 rojan duhy 36 kes sewqê Edliya Erdîşê hatibûn kirin. Piştî îfadedayîna xwe ya dozgeriya nobedar 20 kes jê bi daxwaze girtinê her 36 jî sewqî dadgehê hatibûn kirin. Li dadgehê bi angaşta ku ‘Piştgiriya rêxistinê’ kirine biryara girtina 20 kesî hat dayîn û 16 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Kesên hatine girtin navê wan wiha ne: Fedlî Kayhan, Farîs Denîz, Mûhlîs Demîr, Yûsûf Acar, Semîran Erbaga, Yasemîn Pala, Mursel Ceyhan, Mîdrap Kûşat, Ahmet Ergîn, Ziyaddîn Armagan, Gultekîn Încî, Ferhat Serhatli, Enver Cengîz, Enver Taşir, Kader Cabîr, Seyîthan Çelebî, Abdûlkadîr Ergun, Mustafa Karaaslan, Yakûp Yardimci ve Fîkret Keleş.
Kesên hin di bin çavan de ne jî navê wan wiha ne: Nedîm Yildiz, Îhsan Çetîn, Kemal Sozcu ve Yildirim Hasar