STENBOL – Sefîrê Teqawît Uluç Ozulker diyar kir ku gengeşiya di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de tenê bi bûyera rahîb Andrew Brunson re bi sînor nîne û wiha got: “Bûyera Brûnson di nav têkiliyên ne baş de tenê hincetek e.”
Nîqaşên li ser krîza dîplomatîk a di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de ku piştî girtina rahîb Andrew Brunson a hepsa malê derket, berdewam dike. Danekirinên Amerîkayê yên li dijî Wezîrê Dadê Abdulhamît Gül û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bû sedema zêdebûna dovîzê û bandoreke neyînî li aboriyê kir. Sefîrê Teqawît Uluç Ozulker ku li welatên cuda sefirtiyê kiriye têkiliyên Amerîka û Tirkiye û krîza ku di navbera wan de derketiye û encamên pêkan ên krîzê nirxand.
'BÛYERA BRÛNSON HINCETEK E'
Ozulker da zanîn ku bûyera Brûnson di nav têkiliyên nexweş ên Amerîka û Tirkiyeyê de tenê bûyerek hêsan û biçûk e û tenê hincetek e û wiha got: “Di rastiyê de divê mirov qebûl bike ku her du aliyan jî di vê mijarê de ji hev re astengiyan derxistin. Li gel ku pêkan bû pirsgirêk bi awayekî hêsan bihata çareserkirin, lê bi danekirinan hat asteke wisa ku gumana ku qet neyê çareserkirin heye. Ev bûye rîsqek û wergeriya pirsgirêka rûmet û şeref ê.”
‘DÊ PIRSGIRÊK MEZINTIR BIBIN’
Ozulker destnîşan kir ku krîz di 4 mijaran de pirsgirêkên mezin ava bike û wiha pê de çû: “Baweriya bi Amerîkayê bi dawî bû. Tirkiye di nav lêgerînin din de ye. Dê Tirkiye hê pirtir nêzî Rusyayê bibe. Piştî vê krîzê berdana Brûnson zehmet e. Divê Tirkiye di mijara mafê mirovan û serweriya hiqûqê de pêngavan biavêke û hin reforman pêk bîne. Heke ev neyê kirin de zextên li ser Tirkiyeyê zêdetir bibin.”
‘DIVÊ TIRKIYE NEXWEŞIYA XWE TEDAWÎ BIKE’
Ozulker anî ziman ku eleqeya zextên li ser Tirkiyeyê bi rewşa Tirkiyeyê ya aborî re heye û axaftina wiha domand: “Ji ber vê yekê hin welat Tirkiyeyê di zorê de dihêkin. Divê Tirkiye ji bo ku xwe ji vê rewşê rizgar bike xwe rast bike û nexweşiya xwe tedawî bike. Li Tirkiyeyê rojnameger û parlamenter girtî ne. Ji ber vê yekê divê Tirkiye jî qebûl bike ku pirsgirêkên ku ji wê diqewimin hene.”
‘TIRKIYE BEDELA POLÎTÎKAYA XWE YA DERVEYÎ WELAT DIDE’
Ozulker bi bîr xist ku pirgirêkên pir mezin ên polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê hene û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê her tiştî li şûna şer bi rêya diyalogê çareser bike. Tirkiye bi zor û zextan nikare polîtîkaya navneteweyî biafirîne. Niha pêvajoya ku îro em têde ne derketiye holê ku Tirkiye bedela polîtîkaya xwe derveyî welat dide. Divê Tirkiye ji pêkanînên xwe yên berê ders derxe û li gorÎ tecrûbeyan siyaset bike.”
MA / Yasîn Kobûlan