AMED – Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan anî ziman ku bi hezaran jinên êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin û li bazarên koletiyê firotin û got: “Civaka êzidî êşên wê ji bîr neke bi serê wan de hat.”
Tevegera Jinên Azad (TJA) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) rasthatina 4’emîn salvegera Komkujiya Şengalê li Amedê panel li dar xist. Panel li Şaxa Jimara 1’an a Egîtîm Senê ya Amedê pêk hat. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz û Semra Guzel, rêveber û aktîvîstên DAKAP, DBP, DTK û gelek jin tev li panele bûn.
'LI BAZARÊN KOLETIYÊ HATIN FIROTIN’
Di panele de aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan axivî û dîroka êzidiyan bi pêşandana sînevziyonê re vegot.
Gokkan bal kişand ser çand û ola civaka êzidî û got: “Civaka êzidî di nava civakê de gellek şaş hatiye pênasekirin. Hin aliyan jî vê zanebûn kir. Piştî komkujiya Şengalê ango fermana 73’an jinên êzidî derketin serê Çiyayê Şengalê û xwestin xwe rizgar bikin. Di kêliya vê xwerizgarkirinê de gellek jin û zarok ji ber tîbûnê û birçiyan jiyana xwe ji dest dan. Gellek jin ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin. Destdirêjî wan kirin û rastî êrîşên zayendî hatin. Li bazarên koletiyê hatin firotin.”
Gokkan tiştên di kapmên li Tirkiyeyê ji bo êzidiyan hatibûn çêkirin û qewimîn bibîr xist û got: “Civaka êzidî êşên wê ji bîr neke bi serê wan de hat. Êşên herî mezin civaka êzidî dît.”