AMED – Hat îdiakirin ku endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Fedaî Turelî yê bi maşîneya “Ranger” hat binçavkirin agahî jê nayê girtin. Hat zanîn ku biryara binçavkirinê derbarê wî de tune ye.
Piştî ku karsazê kurd Kamîl Açar ji aliyê kesên rûpoş ve hat revandin û du roj şûn ve hat berdan û Ç.M. ji aliyê kesên xwe wek polîsan dan nîşandan hatibû derbkirin û gefa kuştinê lê xwaribûn, hat îdiakirin ku bûyerek bi heman rengî li Amedê dîsa qewimî.
Li gorî îdiayê şeva 31’ê tîrmehê li Kolana Pirtûkxaneya Bajêr a li Semta Ofîsê ya Amedê, polîsan bi maşîneya “Ranger” 2 xwendekar binçav kirin.
3 ROJ IN AGAHÎ JÊ NAYÊ GIRTIN
Hat zanîn ku endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û xwendekarê Zanîngeha Mêrsînê Fedaî Turelî û xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê yê Murat ê paşnavê wî nehat zanîn, polîsan bi du maşîneyên “Ranger” pêşiya wan girt û binçav kir.
Li gorî îdiayê her du kesan jî birin Qereqola Polîsan a semta Şehîtlîkê. Hat zanîn ku pişt re Murat li Qereqola Şehîtlîkê hat berdan. Lê bes Fedaî Turelî bernedan û 3 roj in agahî jê nayê girtin.
Parêzerên HDP’ê ji bo rewşa Turelî hîn bibin serî li Miduriyeta Polîsan a Amedê dan. Parêzeran got der barê Turelî de karê binçavkirinê nehatiye kirin. Rêxistina HDP’ê ya Amedê dê têkildarî rewşa Fedaî Turelî sibê li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne.