AMED - Parêzerên Baroya Amedê, ji bo faîlên Tahir Elçî bên dîtin û darizandin, di çalakiya 136’emîn de, diyar kirin ku dest ji şopa dosyeya lêpirsînê bernedin.
Baroya Amedê bi boneya kujerên Tahîr Elçî yê li navçeya Sûra Amedê hat kuştin bên dîtin û dosyeya lêpirsîna bûyerê bi lez û bandor bê birêvebirin di hefteya 136’emîn de li ber Edliya Amedê çalakiya xwe domand. Gelek parêzer tev li çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê Mahsum Bati, di çalakiyê de axivî û got: “Bi ser qetilkirina Tahîr Elçî re 3 sal derbas bûn. Lê heya niha sûcdar henatine dîtin û darizandin.”
Bati, anî ziman ku tu pêşketin di dosyeya lêpirsînê de tuneye û wiha bilêv kir: “Vînek siyasî ya vê cînayetê derbikexe holê tuneye. Heya niha bi sedan daxwazname me dan, lê ligel vê yekê jî tu bersiv nehatiye dayîn. Heya ku faîl bên dîtin û darizandin emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”