RIHA - Çotkarên li ber avahiya AKP’ê ya bajêr birîna ceyranê şermezar kirin, ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatin binçavkirin.
Gelek cotkarên Taxa Golcuk a navçeya Hîlwanê ya Rihayê, ji bo şermezarkirina birîna ceyranê ya DEDAŞ’ê û fatureyên pir zêde, li ber avahiya AKP’ê ya Riha kom bûn. Piştî cotkar li ber avahiyê kombûn, hêzên ewlekariyê avahî xistin ablukê.
DERP Û BINÇAV KIRIN
Cotkaran, diyar kir ku bi saetan li ber avahiya AKP’ê man, lê kesek nehat pirsgirêkên wan guhdar nekirin û çaygerê partiyê weke mûxatap nîşan dan. Cotkaran xwestin li ber avahiya partiyê daxuyanî bidin, lê polîsan destûr nedan û bi lêdanê cotkar binçavkirin.
ROJÊ 4 CARAN DIBÎRIN
Cotkar Ahmet Yildirim, bertekên xwe wiha anîn ziman: “Ma tiştek wiha dibe? Berî hilbijartinê ceyran ne dibirin. Lê piştî hilbijartinê ceyranên me dibirin. Rojê 4 caran ceyranê dibirin. Her ku dibirin 3 saetan dewam dike. Em dinava mexdûriyetek mezin de dijîn.”