Qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya 4’emîn salvegera Komkujiya Êzidiyan a li Şengalê li gellek navçe û bajarên heremê û Tirkiyeyê daxuyanî hatin û çalakî hatin lidarxistin û qurbanî hatin bibîranîn. Di daxuyaniyan de bal kişandin ser jin û zarokên hêj di destê DAIŞ’ê de dîl girtî ne û bang li sazî û hêzên navnetewî kirin ku ku komkujî bê nasîn.

 
Îro 4’emîn salvegera Komkujiya Şengal ango civaka êzidî ye. Li gorî pênasekirina civaka êzidî ev fermana 73’yemîn e bi serê wan ve tê. Bi boneya Komkujiya Şengalê ya 4’emîn bi pêşengiya sazî û dezgehên jinan, partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl li gellek navçe û bajarên herêmê û Tirkiyeyê çalakî hatin lidarxistin û daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
Li Amedê Platoforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) têkildarî Komkujiya Şengalê li Kolana Hunerê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê deqîqeyek çalakiya jiyan rawestandinê li dar xistin. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Semra Guzel, rêveberên HDP, KCD, DBP, pêkhateyên TJA, Dayikên Aştiyê û gellek kes tev li çalakiyê bûn. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Daxuyaniya kurdî aktîvîsta TJA’yê Mekiye Ormanci xwend. 
 
Ormanci destnîşan kir ku komkujiya bi serên jin û gelên herî qedim a dîrokê de hat kirin dê tu carî ji bîr nekin û got: “Di kesayetiya jinên Êzidî de em ê destûr nedin qirkirina (tevkujiya) jinan.” Ormanci komkujiya li Şengalê bibîr xist û wiha got: “Di dîroka deh hezar salan de 73 ferman ku bi serê Êzidiyan de hatiye, komkujiya herî hovane ya sedsala 21’emin nema bi tenê hat serê wan, bi hezaran jin, û zarok ji aliye rêxistinên ceteyên cîhadîst ên radîkal ve hatin revandin. Jin û zarok li bazarên koleyan hatin firotin. Hêj jî em dizanin hejmarên wan li dora sê hezar jin û zarok winda ne û aqûbeta wan nayê zanîn. Firotina jinên êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve mîna ‘xenîmeta şer’ hat dîtin. Fermana 73’yemîn a êzidiyan carek din da nîşandan ji her demê zêdetir, wek Kurd, Êzidî, Sunî, Elewî, Şabak, li her dere ku lê dijîn, heta statuyekê bidest nexînin, ew ê her tim, bi her cûre êrîşên nû re rû bi rû bimînin. Wek hemû gelan, bi vê munasebetê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî  de, divê ji  civaka Êzidî re, mafê diyarkirina qedera xwe û bidestxistina statûyê were dayîn.” 
 
‘BILA ROJA QIRKIRINA ÊZIDIYAN BÊ NASÎN’ 
 
Ormancî anî ziman ku qirkirin sûcekî mirovahiyê ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku ‘3’yê Tebaxê li dijî Nijadkujî û Qirkirina Jinan Roja Çalakiya Navneteweyî’ neyê qebûlkirin têkoşîna me dê li qadan, li mecrayê nevneteweyî, li mekanîzmayên edaleta jorî ya neteweyan dewam bike. Bila neyê jibîrkirin, qirkirina ku hesabê wê neyê pirsîn bi xwe re yên nû tîne.” 
 
WAN
 
Li Wanê jî bi pêşengiya pêkhateyên TJA’yê li Parqa Feqiyê Teyran daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û komkujiyê şermezar kirin. Parlamenterên HDP’ê Muazez Orhan û Murat Sarisaç û Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn. Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin û qurbaniyan bibîr anîn. 
 
MÊRDÎN 
 
Li Mêrdînê jî partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl ên bajêr li avahiya KESK’ê ya Mêrdînê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Aktîvîsta TJA’yê Adalet Kaya daxuyanî xwend û got qirkirin û tevkujiya jinan sûcê mirovahiyê û heta sûcdar û kujer hesab bidin dê têkoşîna wan edaletê dewam bike. 
 
ŞIRNEX 
 
Li Şirnexê jî aktîvîstên TJA’yê li avahiya HDP’ê ya Şirnexê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Hevseroka HDP’a Şirnexê Zeynep Unat axivî û got heta li Rojhilata Navîn DAIŞ hebe dê jin di bin talûkeyê de bin.
 
STENBOL 
 
Li Stenbolê jî Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatin Dîlgirtin jî Tunela Taksîmê çalakî li dar xist û daxuyaniya çapemeniyê da. Parlamentera HDP'ê ya Mûşê û Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyigît û gellek nûner û aktîvîstên saziyên jinan tev li çalakiyê bûn û komkujî şermezar kirin.  
 
EDENE
 
Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî li avahiya partiya xwe di 4’emîn salvegera komkujiyê de civîna çapameniyê li dar xist û di civînê Parlamenter Tulay Hatîmogullari axivî û qirkirinê şermezar kir. 
 
MÊRSÎN
 
Meclîsa Jinan a HDP’a Mêrsînê jî li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û Hevseroka HDP’a Mêrsînê Sevgî Aktaş got qirkirina êzidiyan di heman demê de qirkirina jinan e û ev qirkirin sûcê li dijî mirovahiyê ye. 
 
ÎZMÎR
 
Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê jî Fermana 73’yemîn a êzidiyan bi daxuyaniya çapemeniyê li avahiya partiya xwe şermezar kir û di daxuyaniyê de hat gotin ku Şengal cih û warê êzidiyan e û êzidî civaka herî qedîm ên xwediyê Şengalê ne û dîroka 3’ê Tebaxê di nava rûpelên dîrokê yên herî tarî de cihê xwe digire.
 
RIHA
 
Li Rihayê jî pêkhateyên TJA’yê komkujiya li ser êzidiyan bi daxuyaniya çapemeniyê ya li ber Kargeha Ahmet Bahçivan li dar xistin şermezar kirin. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP û DBP’ê û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê qirkirina li ser jinan rawestînin û jiyanê azad bikin” vekirin. Heman daxuyaniya TJA’yê made kiribû li vir jî hat xwendin. 
 

Sernavên din

06/08/2018
09:07 Ev çîroka Gurbetê ye ku di 11 saliya xwe de hatiye zewicandin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2018'AN
05/08/2018
16:29 Karkeran cara 74’an daxwaza adaletê kirin
16:20 Siyasetmedarên piştigrî dan HDP’ê: Têkoşîna me bi gefan naraweste
14:14 Hunermendê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
14:14 Kampa Piştevaniya Mor bi dawî bû: Rêya me dirêje û pêşiya me vekiriye
14:13 Li Afganistanê leşkerên NATO’yê hatin kuştin
12:57 Talîmata medya civakî ya Şaredariya Serê Kaniyê!
12:40 Gundiyên li Gogsî ragihandin: Em dibin bombebaranê dene
12:14 Jinan bertek nîşanî Erdogan dan: Em li pişt dengên xwe ne
12:03 Derbarê teqîna Colemergê de angaştên nû
10:48 Polîsan bi ser daweta li ber stranên Kurdî guvend digerandin de girtin
10:40 Li Îranê çalaki didomin
10:28 Li ser rêya Riha û Semsûrê qezaya trafîqê çêbû
10:27 5 rojîn agahî jî endamê HDP'ê Koçakli nayê girtin
09:37 Li dijî Madûro hewldana sûîkastê: 7 keşker birîndar bûn
09:36 Hevjîna wî Dengbêj Cizîrî vegot
09:07 Esnafê Mahmûtpaşayê: Îsal rewşa kar ne tu rewş e
09:07 Li hemberî rejîma 'yekzilamî' pêşniyaza 'xeta têkoşînê'
09:06 Parêzvanên mafên mirovan: Dixwazin bi windakirin û revandinê tirsê belav bikin
09:05 Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê: Bêcezatî şidetê zêdetir dike
09:04 Qedexeya 2 sal û nîve naqede: Îmrali û Ocalan
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2018'AN
04/08/2018
16:35 Ji bo girtiyên nexweş bang li rayedaran kirin
16:08 Beştaş: Tu jî dê biçî…
15:53 Parêzer Încîn: OHAL rabû, lê di girtîgehan de binpêkirin man
15:46 Bîlgen bertek nîşanî Erdogan da
15:45 14 sale li benda bersivê ye: Tolga Baykal Ceylan li ku ye?
15:35 Qeyûm Geverê veguherandiye qada xwelî û tozê
14:59 Îstîsmarkarê zaroka 8 salî hat girtin
14:34 Waliyê Êlihê destûr neda çalakiya xizmên windayan
14:33 Ji gundiyên hatibûn binçavkirin 18 jê hatin berdan
14:31 4 kes li Stenbolê hatin girtin
14:05 Çîroka windayekê: Leşkeran bir û carek din venegeriya
12:53 ÎSÎG: Di meha Tîrmehê de 195 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:31 Sewqên girtiyên Tarsûsê yên ji bo Kayseriyê didomîn
12:18 Lî Rûsyayê helikopterek ket û 18 kes mirin
11:59 Qedexeya derketina derve ya Lîcê û Hênê rabû
11:58 Li Mereşê erdhêj çêbû
11:48 Angaşta 2 polîsên birîndar jiyana xwe ji dest dane
11:21 Li Erdîşê 20 kes hatin girtin
11:05 Kujerên Cemîle nehatin dîtin
10:25 Malbatan bertek nîşan dan: Ên ferman dan jî, divê bên darizandin
09:46 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
09:35 ‘Bûyera Brûnson di nav têkiliyên ne baş de tenê hincetek e’
09:33 Dema wesayîta polîsan derbas bû teqîn rû da: 1 jê girina 9 polîs birîndar bûn
09:08 Parêzerên Ocalan raporek ji CPT'yê re şandin
09:07 'TRT'a ku bi bacên me li ser piya ye, xweserîbûna xwe winda kir'
09:06 Parêzer Încîn: Li girtîgehan hîna jî binpêkirina mafan zêde ye
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2018'AN
03/08/2018
21:38 Ciwanê HDP'î yê bi ‘Ranger’ê hat revandin hat berdan
20:48 Malbatên 10'ê Cotmehê: Em ê tim doza edaletê bikin
18:04 Di doza komkujiya Gara Enqereyê de biryar hat dayîn
16:55 Ji bo Komkujiya Şengalê panel li dar xistin
16:37 Ji HDP’ê hişyariya stagflasyonê
16:36 Îdiaya ciwanê HDP’yî yê hat revandin agahî jê nayê girtin
15:45 Baroya Amedê: Di hefteya 136’emîn de edalet xwest
14:49 Çotkarên birîna ceyranê şermezar kirin, hatin binçavkirin
14:17 Êrîşî mizgefta Şiiya kirin û 15 kes kuştin
14:11 Qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
14:08 Di salvegera fermanê de Meclisa Giştî ya Şengalê ragihandin
13:36 Kampa AFAD’ê ya Mîdyatê tê valekirin: Êzidî dixwazin li gundên Êzidiyan bi cih bibin
12:57 Ji Girtîgeha Tarsûsê 17 jin sewqî Qayseriyê kirin
12:54 Helîkopteran sêgoşeya Licê, Hênê û Karazê bombebaran kir
12:40 Îşkenceya di bin çavan de bir Meclisê
12:38 Bersûcê Komkujiya Garê: Wesaît li ser navê min qeydkiriye
12:33 Meclîsa Jinan a DÎK’ê: Bêdengbûn hevkariye
12:01 Şandeya HDP’ê li Şengalêye
11:56 'Emê di şexsê jinên Êzidî de rê nedin qirkirinên jinan'
11:20 Li 9 gund û mezrayên Amedê 'qedexe' hat îlankirin
10:35 Li Çiyayê Şengalê ciwanên Êzidî bi meşaleyan meşîn
09:57 Vesazkirina leşkeriya bedelî hat weşandin
09:52 Dolar dîsa bilind bû û 5.11 TL
09:20 Karkerên Paksanê: Sendîkayê destek neda me
09:02 Li Rihayê piştî OHAL’ê: Bi hezaran binçavkirin û îşkence
09:02 Girtiya pirsgirêk ji dozger re vegotin 10 roj in di hucreyê de ye
09:01 Newaze û bihûşta xwezayê: Gola Nemrûtê
09:00 Li Şengalê gavbigav geriya û ew roj vegotin
09:00 Oguz: Tecrîta li ser Ocalan rabe, dê rewş biguhere
09:00 Li vî bajarî jiyan li ser pişta duçerxan e
09:00 ROJEVA 03'Ê TEBAXA 2018'AN
02/08/2018
18:14 Namzetê HDP’ê yê Çewligê hat girtin
18:10 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:20 Senatoya DYA’yê firûtina F-35 rawestandin
15:07 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê cezayê pereyan ranezînin
14:26 Li gumrika Karkamiş teqîna 'bi kontrol' rû da
13:38 Malbatên îstîsmarkarên zaroka biçûk ji bajarokê hatin dûrxistin
13:29 KCD: Em li cem civaka êzidî ne
12:26 Parêzerên Ocalan cara 777’emîn serlêdan kirin
12:25 Bersiv nedan teklîfa jenosîda Êzidiyan bê naskirin
12:11 Li bendê ye biryara doza Komkujiya Garê bê dayîn
11:42 Jinên êzidî di 4’emîn salvegera fermanê de behsa hovîtiyê dikin
11:21 Pisporan MB'’ê derewand: Di dawiya salê de enflasyon ji sedî 20 derbas dike
11:20 Onura CHP’î : Divê muxalefeta belava xwe kom bike
10:27 Bavê Feray Şahîn a hat kuştin: Dozger kujer bêsûc dike
09:55 ‘Îstîsmarkar tên parastin û dewletê kirin e zirx’
09:07 Li Efrînê êrîşên li ser jinan -3
09:03 Nivîskarên Portreyên Aştiyê: Pêkanîna adalete deynê stuyê me ye
09:01 Xelata Nobelê ya bîrkariyê dan profesorê Kurd
09:00 ROJEVA 02'Ê TEBAXA 2018'AN