ŞENGAL – Êzîdiyên ku 4 sal berê li warê xwe yê pîroz Şengalê rastî êrîşên DAIŞ’ê hatin, di salvegera komkujiyê de qurbaniyan bi bîr anîn. Di bernameya bîranînê de êzîdiyan ji ber ku dema êrîşan wan tenê hiştibûn bertek nîşanî KDP’ê da û Meclisa Giştî ya Şengalê ragihandin.
Bîranînên ji bo 4’emîn salvegera komkujiya êzîdiyên Şengalê ku 4 sal beriya niha di 3’ê Tebaxê 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat, berdewam dikin. Çalakiyên biranînê duh êvarê bi meşa meşaleyî ya cîwanên endamên Yekitiya Cîwanên Êzidî (YCÊ) ku li Çiyayê Şengalê dan destpêkirin, dest pê kir. Cîwanên ku bi alên YBŞ û YJŞ’ê li herêma Amûdê ya li lûtkeya Çiyayê Şengalê dest bi meşa xwe kirin, heta Kampa Serdeştê meşiyan. Di meşa ku bi saetan berdewam kir de cîwanan dirûşme berz kirin.
Cîwanan ku di meşa xwe de serdana Şehîdgeha Şengalê kirin, saetên serê sibehê zû gihaştin Serdeştê ku lê çalakî hatin lidarxistin. Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzîdiyan (PADÊ), Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), YCÊ, Rayedarên Meclisa Damezrîner a Şengalê, Êzidiyên li Kampa Serdeştê, parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, Berpirsyarê Partiya Bêt Nahrênê (Mezopotamyayê) ya sûryaniyan Yusuf Yakup û heyetên sûryanî, keldanî û asûrî yên ku Bakûrê Sûriyeyê û Mûsilê hatibûn beşdarî bîranînê bûn.
KESÊN HATIBÛN RIZGARKIRIN LI PÊŞ MEŞIYAN
Girseya ku kom bûbû pankartên li ser wan “Em fermana 3-8-2014 ji bir nakin” û “Bi rêxistin û serhildanê ciwanên Êzidîxanê tola fermanê hilîn” nivîsandibû vekir û dest bi meşê kir. Jin û zarokên ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, kesên xizmin wan di destê DAIŞ’ê de hê jî dîl in û kesên beriya niha ji Şengalê koç kiribûn û niha vegeriyane Şengalê, di refên pêş ên meşê de cih girtin. Ewlehiya meşê ji aliyê YBŞ, YJŞ ve Hêzên Asayîşê ve hat girtin. Di meşê de tilîlî û dirûşmeyên êzidiyan qet kêm nebû.
BERTEKÊN LI DJÎ PDK’Ê MEZIN BÛ
Di meşê de wêneyên jin û zarokên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên YBŞ û YJŞ’ê hatin vekirin û dirûşmên “Bimre Îxanete” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Girseyê di meşê de bertek û hêrsa xwe ya PDK’ê bi berzkirina dirûşmeyan anîn ser ziman.
Meş li ber Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi dawî bû û ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêzgirtin hat girtin. Dûre li ser navê PADÊ axaftin hat kirin û hat gotin, êdî Êzidî gelek azade û ji bo yekîtiyê amadeye.
UCA: CÎHAN LI HEMBERÎ VÊ JENOSÎDÊ BÊDENG MA
Parşamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca jî, li ser navê KCD, DBP, TJA û HDP’ê axivî û wiha got: “Gelê me yê Şengalê ne bi teneyê. Çarparçeyên Kurdistanê ligel Êzidiyane. Êzidiyên heya niha 73 ferman derbas kirin, ser dan lê sir nedan. Emê tu carî pêkanînên DAIŞ’ê yên li ser gelê Êzidî ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin. Heya em hemû jin û zarokên dîl girtî rizgar bikin emê têbikoşin.”
YAKUP: LI DIJÎ KOMKUJIYAN EMÊ ÊDÎ BIBIN YEK
Piştî axaftina Uca, nûnerra Kongreya Star axivî. Berpirsê Partiya Bêt Nahrên Yusuf Yakup jî, diyar kir ku ew ne xerîbê êşên civaka Êzidînê û wiha got: “Gelê Suryanî jî hezar salin rastî komkujî û jenosî de tên. Ji ber vê yekê êşên me hevparin. Emê tu carî vê jenosîda li dijî Êzidiyan pêk hat ji bîr nekin.
Piştî axaftinan, avakirina Meclîsa Giştî ya Şengalê ya ji Êzidiyên li herêmê dijîn, pêkhateyên gelên Sûryanî, Asûrî, Keldanî û Şîiyên Erep pêk tê, hat îlankirin.