MÊRDÎN – Midûryeta Giştî ya Îdareya Koçê, 5 kampên koçberan a Êzidiyan jî navê de digire. Êzidiyên naxwazin biçin kampek nû, dixwazin li gundan bi cih bibin.
Midûryeta Giştî ya Îdareya Koçê ya girêdayî Wezareta Karê Hûndir, berî rojekê diyar kiribû ku dê 5 kampên koçberan ên li Dîlok, Semsûr û Mêrdînê vale bikin. Midûryetê biryara da ku 34 hezar 180’î koçberên li van kampan, li kampên navçeyên Serê Kanî, Pirsûs û Kaniya Xezalan ên Riha, bajarên Kîlîs û Hatayê bi cih bikin.
KAMPA ÊZIDIYAN JÎ DÊ VALE BIKIN
Di nava 5 kampên bên girtin de, kampa AFAD’ê ya navçeya Midyata Mêrdînê ku Êzidiyên Şengalê berî 4 salan ji ber êrîş û komkujiyên DAIŞ’ê neçar man axa xwe terk bikin û li wir hatin bi cih kirin ji heye. Hat diyar kirin dê ji kampê 2 hezar û 458 koçberan bibin kampên din ên cuda.
DI DAWIYA MEHA TEBAXÊ DE DÊ BARKIRNI BI DAWÎ BIBE
Hat payîn ku di dawiya meha Tebaxê de dê barkirin kampan bi dawî bibe û personelên di kampan de dixebitîn jî dê li saziyên çemawerî bên erkedarkirin. Hat zanîn ku rayedarên kampê û mûxtarên taxên dinava kampê de civîn pêk anîn û piştî civînê pirsa “Gelo hûn dixwazin bi derfetên xwe ji kampê derbikevin, an jî bi derfetên AFAD’ê derbikevin “ ji penaberan kirin.
ÊZIDÎ DIXWAZIN DI LI BAJÊR BIMÎNIN
Hat destnîşan kir ku ji sedî 90 Êzidiyên di kompê de dijîn, xwestine bi derfetên xwe ji kampê derbikevin û li gundê Êzidiyan ên li bajêr bi cih bibin. Tê texmînkirin ku Êzidiyên xwestin bi derfetên xwe ji kampê derbikevin, wan nebin kampên Hatay, Kîlîs û Rihayê.