RIHA – Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan îşkenceya ku di bin çavan de li welatiyê bi navê D.D. hatibû kirin, bi pêşniyarpirsekê bir meclisê û ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû pirsî.
Welatiyê bi navê D.D. di 23’ê hezîranê de li Rihayê hatibû binçavkirin, li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Kaniya Xezalan û Muduriyeta Emniyetê ya Bajar îşkence li hatibû kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan têkildarî mijarê bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bi bersivîne pêşniyazpirsekê da meclisê.
Ocalan di pêşniyazpirsa xwe de cih daye van agahiyan: “Li gorî agahiyên ku D.D. bi navbeykariya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Îzmîrê daye çapemeniyê rastî sûcdariya endambûna DAIŞ, FETO, PKK’ê hatiye, pisiya wî pê dane xwarin, cop kirine makata wî, destê wî berovajî kelemçe kirine, elektrîkê danê, Li ser singa wî rûniştine û bê nefes hiştine. Ji ber van rêbazên îşkenceyê D.D. çend caran bi xwe ve çûye û destê wî berovajî kelemçe kirine û birine Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf. Li gel vê yekê bijîjkên nexweşxaneyê D.D. mueyne nekirine û rapora tiştek nehatiye serî wî dane.”
Ocalan bi bîr xist ku Tirkiye bi endambûna xwe ya hin peymanên navneteweyî qedexeya îşkenceyê qebûl kiriye û ev tişt anîn ziman: “Îşkenceya ku ji aliye peywirdarên cemaweriyê û kesên bi awayjî fermî tevdigerin vet ê kirin sûc e.” Ocalan di pêşniyazpirsa xwe de bi armanca ku Wezîr Soylû bi bersivîne ev pirs kirin;
*Angaştên ku yekîneyên îşkenceyê li bajar hatine avakirin rastin?
*Angaştên ku mirov 3 mehan li bajar di îskecê de hatine hiştin rastin?
* Tê angaştkirin ku Riha wergeriyaye navenda îşkenceyê, îşkence tenê ji aliye hêzên ewlehiyê ve nayê kirin û ji ber gefên hêzên ewlehiyê dadger û dozger serê xwe ditewînin û dengê xwe nakin. Ji ber van angaştan hûn difikirin ku îşkenceyên tên kirin, sûcê organîzekiriye?